April 2020

Nehrî Goranî

Li ser dêmê bendewara
Dibin sûlav
Dûûûûr dipên
Piştî dûriyê
Dibînin .

Kulîlkan li ser sînga dipişkuvînin
Arûziya vedikin
Vê re dilîzin
Bihinê belav dikin
Rengvedidin
Di xulimaşiyê de kurtepistin
Bêdengin
اavên di tabiloya de digirinjînin
Bîranînan kedî dikin
Hestan dihurhutînin
Li ser lêvên sozdara
Meraqa vedijînin
Nêrînin
Li ber dîwara hevdîtina didiqdiqînin
Li hev dinêrin…

Zagros Osman

Sibehekê Bapîrê min ji xew şiyar bû mîna hemî Sibehan dest bi sirûda kuxikê kir şun de ewî ji Dapîra min nexwest ku Çayê jibo wî deyne ser Êgir, ne weke hemî caran ku berî her tiştî Çayê dixwest, Kalo awirek namo li min veda hînjî min mebesta wî ji wê nerîna tûj û…

Ehmed Mustefa

Şêrîn û çavreşa min
Dîlber û delala min
Şox û şeng û hevala min
Pir rindî tu li jiyana min

Şêrîna min sorgula dil
Çelenge û buhar û fil
Birîndarim ji bo te ,ey sorgul
Hêvîdarim , ne bim dil bi kul

Ey gula sor,gula şengê
Ji bo te diçim cengê
Şêrîn û dem çelengê
Were ey bexta spî rengê

Derd…

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Meleyê Cizîrî helbestvankî ji helbestvanên klasîk yê herî nasdar e,ew di ramanên xwe de xawên bîreweriyên kûr û berfereh e,ew mîna helbestv- anekî Mitesewif ne tenê li nik gelê Kurd,lê ew li cem pir miletên cîhanê jî hatiye naskirin.
Navê wî yê rast Şêx Ehmed e,lawê Şêx Muhemed e,ji herêma Cizîra Botan e û ji…

Ji dehên salan ve, û li seranserî Kurdistanê, bi her çar parçeyên xwe ve, salane, roja bîst û didoyê meha Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî, hatiye destnîşankirin û bi navkirin, ew jî weke rêzgirtinekê û bilind nirxandinekê ji wî karê gelekî hêja û dîrokî re, ê ko Mîr Miqdad Midhet kurê Mîr Bedirxan Paşa…

Rojnamevanên cefakêş û xebatkarSilav li we hemiyanDi 22 Nîsana 1898 an de û berî bi 122 salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîra , li paytexta Misirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya kurdistan derdixe û dûrî Axa Kurtdistanê li derveyî welêt belav dike..weşandina Rojnameya Kurdistan ne tenê xebateke neteweyî û rewşenbîrî…

Hevpeyvîn: Idrîs Hiso

Bahar xanim tu bi xêrhatiye bo
bajarê Duhok û beşdarîbûna te di Heftemîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê
de.

Zor spas, ez jî gelek kêfxweşim ku li
Duhokê me.

Tu dikarî xwe bi xwendevanan bide
nasîn, Bahar Mûradî kî ye?

Ez Bahar Marûfî me, ji xelkê Rojhilatê
Kurdistanê, ji bajarê Ormiyê me, min zanko beşê Bîrkarî xelas kiriye,…

Idrîs Hiso

Bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê,
hejmarek mezin ji Kurdan ku torên medyaya civakî bitaybet Fêsbûk
bikartînin postên xwe bi Zimanê Kurdî belav kiribûn. Bê guman ev yek
gelekî baş e û cihê dilxweşiya mirov e, lê pêwîste çi kesê ku zane bi
xwendin û nivisandinê xwe fêrî Kurdî bike û…


Idrîs Hiso
Heger tu li Hisiça Rojavayê Kurdsitanê bû mêhvan û tu li civata Salihê Heydo rûnenişt nebêje min serdana Hisiça kiriye.
Roja 15.08.2019 li mala mamoste Selah Hemo em bûn mêhvan, berî niha min daxwaz kiribû ku ez bibim mêhvanê Selah Hemo ku yek ji aşiqê ziman û keltûra Kurdî ye û yek ji xwendevanên ku…

Nehrî Goranî
Şeva ku , berî çend şeva
Ji tariyê reviya
Li nav qelefê KEWA şimitî
Bi defa zikireşiyê ket
Ji nişkava !!!!

Di guhên çiya de
Dengvedanek lêda
Dest danînin ser dil
Nav kolanên EFRÎNÊ
KERKOKÊ ,
Peyv di gewriya de lerizîn .
Di bin sîwana şevê de radestkirin
Hev xelatkirin .
Hev henekirin .
Lê Bejna çiya
Bi Herwar û qêrîn…