March 2020

Nizar Yosif

Piştî Mihmed Şêxo tîrava çemê xwe ya hunerê di qadên rojava yê kurdistanê de kola û serrast kir, gelek avzivêr di herikandina wê de peyda di bîn, di wan hingan de vejena( tihn/hêz) xwe bi ser hev de kom dikir. Bi rênaskirinê re di zanî bî, çawa bi herike û avdanê bike, û li…

Burhan Hisso.

Te min ji bîr kir
serê min bi paçan
mezin meke!!
ka te çend rûpelên axê
li pey xwe qulaptin ?
çend car û newalên
welat
li nav pişta xwe kirin ?
qet qetî kirin !!

hin bûn cilikên ser qorka wawîkan
hin li çewkanên cadûbazan
diterpilin
te nîvê min bir
û nîvê dî
çeqelan
ez li roviyan parkirin
desmêja min giriye
çêja hinasan
teşiya keseran
li Yek hawî
rêsan
badek
û badane
mirin…

Cawîdan”Xalid Qasim”

Li nav ewrên reş û tarî
bûm dilopek ji baranê

Li ezmana ez geriyam
giham qada Kurdistanê

Ez hejiyam û hatim xwar
ser serbanê helbestvanê

Serban axbû ez kişandim
wek dilopek ji baranê

Vê carê ez bûme mêhvan
nav lênûskên narînvanê

Narîn jinek tev jiyan e
li her derê Kurdistanê

Çiqas xweş e rastî…

Ehmed Mustefa

Wax dunyayê te çi bi serê me kir?
Bo çi te felek li serê me rû reş kir?
اima te jiyana me bêçare kir?
Tev belav bûn bêkes û penaber kir?

Ax dunyayê tu yî jîna bêwefayê..
Te xezeba xwe bi ser dil da berdaye.
Ne gund û ne jî bajar û war maye..
Dijminê me wek mar û gur berdaye..

Ax…

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Pend û şîret beşek ji folklorê pir giring e,cihê wê di wêjeya devkî de paye- bilind e,lewra jî em dibînin pir kesên helbestvan, nivîskar, lêkolînvan, wêjevan giringiyê didin vê samana wêjeyî, helbestvanên mîna Feqiyê Teyran,Meleyê Cezîrî,Ehmedê Xanî û H.W.D .Hin caran bi gotinên pêşiyan helbestên xwe xemilandine.Di vî warî de Pîre Mêrd (6500) ji…

Bavê selah

Hewran bi zimanê kurdî zelale
Derha tê bi zengilê hisî û somerî
Toleja hersê zarava tev lihev
Hewran ser miltan e derha tê derî
Ji derî karwan birêket vê demê
Wa firiyan li ezmanan bûn perî
Li îşkenceya nînok hilkişandibun
Difiriyan tev birînêd zengirî

Pir bi ҫûk bun cav bi ҫîk bun deng bizend
Rakirin derwşa aja serî
Sirud û istranê xwe digotin
Li paytexta…

Bêwar Brahîm
Derdo,
Di navbera salan de roj li benda hev ranawestin di pêşbirka mirina mêran de cirîdê dikin rê nadin hev ku bihnvedanekê bistînin û desmaleka rehmê bidin ber hêsrên welatê ku di bin gurmîna topên cengê de kal bûye. Koncalên stêrêkên reş li ber stêrkên me yên ronîdayî vegirtîne û ji nişkave wan dadiqurtîne. Sbatoka…