March 2020

Bi dilekî xemgîn Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya (YNRKS) nûçeya koça dawî a Keyo Cegerxwîn (Kesra) nuxurîyê helbestvanê nemir Cegerxwîn bihîst, ku îro (26.03.2020) li nexweşxaneyekê li bajarê Stockholmê canê xwe spart banê gerdûn.
Keyo di sala 1936an de ji dayik bûye, birayê pênc keç û lawa ye, yek ji wan hevala…

Ehmed Mustafa

Li va dûrîyê
Tu min di’êşîn e
Bê te mir î me
Sebir hew bê te tê
Bîrindar dibim
Warê Evîn ê

Tu bûka dil î
Sorgula min î
Sosin û rihan î
Binefş û şekir î
Birîndar dibim
Warê Evîn ê

Şêrîn Welatoo
Hêvî û Xelatoo
Dişewit im li vir…

Weke îro, di roja 23.03.2002an de, li bajarê Hisiça, Seydayê Tîrêj serê xwe danî, û ji nav me bar kir, koça dawî kir, û li gundê Girkeftar, ê ko dikeve bakurî Hisiça, hate veşartin, gelê Kurd li herêmê bi karwanekî gelekî mezin û gelekî dirêj, bi hezaran, pêre çûn heya ser gora wî,…

Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo
Navê helbestvanê payeberz Hacî Qadir e,ew lawê Mele Ehmed e û ew li gundê Goreqerecê li herêma Koyî li Başûrê kurdistanê ji dayik bûye.Lê lêkolîner û dîrokzanên wêjeya Kurdî li ser dîroka ji dayikbûna Hecî Qadir nirînên cuda didin.Ebdilrehman Se-îd dinivîse:Ku helbestvan di sala (1817) an de ji dayik bûye û ew di sala…

Narîn Omer

Buhar tê pêre tê Avdar
semadar in kulîlk û dar
Gelê kurdan bi şêranî
dixemlînin dilê mestyar

Li benda wê mirad xweş tên
mirada em kirin navdar
Bi karê wî lehingê jîr
xetîrên agirî wek ar
Hesinkarê xwedî halan

Bavê Zozanê

Roman bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin ji weşanên SerSera Çapa yekem 2019z-2631k.
Wêneyê Bergê:Salih Îbahîm.Sereratsker:Mihemed Keleş
Diyarî bo hevjîna min Nefîsa Yûsiv (Nivîskar)
Roman ji 302 rûpelan pêk tê ji qetê navîn ku li ser 40 parçî yan jî çil navî ,çil dergehî hatiye belav kirin ku pir caran jî ew sernav ne gelekî nîşana naveroka wî…

‘’Gulferheng’’ Sibeheke Kulîlkan e, Buhareke ji 1100 Rengan e..
Ji xwe Daner û Nivîskara wê Şîlan Doskî ye..
Gulferheng, Pertûkeke cuda û cêwaz e, ne mîna Dîwaneke Helbestan e lê belê Kulîlkên Helbest in.
Ev yekem car e Pertûkeke Kurdî ya wênedar ko 1100 Gul, Kulîlk û Riwekan dinimîne çap dibe.
Gulferheng, her Kulîlkê bi sê Wêneyan…

Burhan Hesso

Ez Newroz im,Newroz im
Hêvî,daxwaz û doz im
Sîmbola Azadiyê
Sirûd im Soz im, Soz im

Mizgîna buharê me
Ez nameyek e Boz im
Gulşîrav û Şîle me
Ez nû hat û nû roz im
Singera Pêşmerge me
Şal û Şapik,koloz im
Bîst û Yekê Azarê
Salvejîn û pîroz im
Keç û Dot a çiya me
Ez Kurdistana doz im
Ez Newroz im,Newroz im
Jara kurdên dilsoz…

Dr.Fhil.Ebdilmecît Şêxo

Helbestvan Baba Tahir Hemedanî di sala (935) an li Hemedanê ji dayik bûye,ew Lorî ye û ji Loristanê ye(Rojhilata Kurdistanê),li gor hin cihderên wêjeya kurdî,ew helbestvanê,yekemîn e,ewî xwendina xwe li wir li ser rêbazaTesewifê kiriye,ango;ew dest ji kêfxweşiya kesayetî berdide,giringiyê nade dîdem,cilûberg,nivîn û pêlavên xwe,lê ew ciwaniya xwe mîna hemû Sofiyan, tenê di naveroka…

Newroz û sersala kurdî li gelê kurd li kurdistan û derveyî welat pîroz bê, biteybet li Pêșmergên qehreman û șervanên azadiya kurdistan, û daykên Șehîdan û birîndaran, û girtî û windayan.
Birano, dostno hevalno..
Wek ûn dizanin Veyrosa korona erdhej li cîhanê durist kir, û metirsiya belavkirina wê gelek mezine. Jibo em liber xwe bidin, gelek ferze…