March 19, 2020

Ehmed Mustefa

Bajarê dildar e

Efrînê bajarê dildar e
Cihê zana û xwendevan e
Bê te jiyan perçe bûye
Tu hebî hêvî namirin
[Tu hebî bo te dil şa dibe]

Tu buheşt î tu ne wêran î
Xort û keçên te evîndar in
Armanca wan li wir jiyan e
Tu nebî , bê te winda ne

Zimanê te xweş giyan e
Axa te zêr û…

Cibran Xelîl Cibran
Wergerandin ji Erebî Mizgîn Hesko

Şev bêdeng bû
Û di kirasê bêdengiyê de
Xewn …xwe vedşêrin

Û heyveron geş bû
Û çavên heyveronê hene
Bi wan çavan
Ew çavdêriya rojan dike

Were..
Ey keça zeviyê
Were..
Em ê serdana mêwa aşiqan bikin
Belko em
Bi wê meyê
Bêrîkirinê vemirînin.

Di nav bênderan de
Guhdariya fîxana bulbilî bike
Guhdarî bike ka çawa
Ew awazan parve dike
Ew fîxana
Ku di asîmanekî dagirtî hilma…

Mizgîn Hesko

Bê guman, dixwazim ku ji xwînerên kurdî re, çîrokeke pir kurt bibêjim:
Hin afrîdeyên seyr, bi cil û bergên seyrtir, ji asîmanên herî dûr, ne ji galagsiya (Galaxy) me , ango ne ji rista kadizê lê dibe ku ji hin ciyên ku hişê mirovan neghiştiye wan .
Belê hin afrîdeyên seyr bê ku xwe ji mer…

Konê Reş

Bêguman bandora nexwendina bi zimanê dayikê neyênî û zor mezin e.. Nexasim ji me kurdan re ku xwendin û nivîsandina bi zimanê me qedexe bû.
Erê, li welatê me Kurdistanê fêrbûna bi zimanê zikmakî qedexe bû; li Bakurê Kurdistanê perwerde û hînkirin bi tirkî bû, li Başûr bi Erebî bû û bi…

Osman Îso

ji xwîna pakrewanan
giyanên axa me
tene bi tene
dûr û kûr
zîl dane
dilopên pîroz ji kaniyên zaroka
keserên dilșikest î ji hinavên dayika
heft asîman li ezber kirine û
li ser baxê ronahîya bi kul
pal vedane

*******
AAAAx Welato
deryayên cîhanê digrîn li ser te
çilpik bi çilpik
di nav xuya sekranê de
lal , șor û șîn bûne
*******
AAAAx Welato …