March 2020

Ehmed Mustefa

Bûka baranê
Axa min şil kir
Gula min şîn bû
Dilê min şa kir

Bûka baranê
Rengê jiyanê
Binefş û şîlanê
Roja min geş kir

Bûka baranê
Kulilka adarê
Gula min şîn bû
Buhar dest pê kir

Bûka baranê
Gula jiyanê
Cana ciwanê
Baranê şil kir

roj.ava2011@gmail.com

helbestvan ê bi xerîbiyê ve girêdayî, li vê parzemînê li ” Swêd” Adnan Hassan, dîwan a xweyî yekem, bi navê XERÎBO derxistiye , Xerîbo qeftek ji helbestên kurdî rengarenge, tê de helbest a dirêj, helbest û çirûskên helbestî hene, bî şêweyekî bedew û têr, bî zimanê kurdî hatiye nivîsandin .
Tevlî ko yekem dîwana helbestvan ya…

Qado Şêrîn
Wek çilo kole mecbûr e berevaniyê di ber xwediyê xwe de bike, wilo jî endamên partiyên me, em kişkişandine wê asta ketî û xwe mecbûr dibînin berevaniyê di ber şaşî û binpêkirinên serokên xwe de bikin. Li şûna lêborînxwestinê û spasiya rexnegir û zikêşan bikin, êrîşî wan dikin.
Rexne ava û serrastkirine, ne dijîtî û…

Dr.Phil.Ebdilmecîd Şêxo

Pîremêrd nasnavê helbestvanê nasdar Pîremêrd e,navê wî ya rast Tewfîq e,ew lawê Mehemud Axa,kurê Hemze Axa ye û di sala (1867 )an de li Sulêmaniyê ji dayik bûye.
Pîremêrd zarokatiya xwe li bajarê Sulêmaniyê têper dike,ew di temenê (6-7) saliya xwe de dest bi xwendina Qurana pîroz dike û ew di kurtedemekê de wê kuta…

Nayif çolo

Ji min re ne bêje ez hej te nakim
Tuyî nixûrya hestên min
Dema dilê min dest bi çinîna
Awazên bedewiyê kir
Û
Tu bûyî stirana jenînê

Çavên min bejna te kiriye kirasekî
hevirme
Her dîlana buhuriya te
Bi kilê xweziyê ji kildana kêfxwşiyê
Seranserî wî xêzên dilbijînê kil dike
Ma tu nizanî ku dîtina te…

Mamoste (Deham Ebdulfettah) bi dilekî xemgîn û şewat heval û dostên xwe agahdar dike ku doh 28/3/2020 kurê wî yê mezin (Iqbal/ 51 salî) li Hollandayê bi kirîza mejî koça dawî kiriye.. Ji ber rewşa ku cihan serûbinî hev bûye, baş e ku sersaxî bi rêka telefon û mesajên (social media) be. Serê gelê Kurd…

Rêzdar kek Dr.Azad Cegerxwîn!
Bi dilekî gelek xemgîn me nûçeya koçbarkirina birayê me Keyo bihîst,bi rastî ev nûçeya cihê dilêşek kur û mezin bû,bila serê te ,hemû xwîşkên te û gelê Kurd li Kurdistanê û li dervayî welêt sax bin,dilovaniya Xwedê li giyanê wî be,cihê wî buhuş be.
Dilsozê we

Dr.Ebdilmecît Şêxo
Efrîn,29.03.2020

Konê Reş

Di van derdû salên dawî de, bira, xwîşk, dê û zavayê min pey hev koça dawî kirin.. Herwiha dostên min î navdar û herî nêzîkî min; (Seîd Yûsif: 1947 – 2020) mîrê Bizqê, ew jî berî tam mehekê koça dawî kir.. Seîd Yûsifê ku dostaniya min wî ji sala 1978an destpê kir û…

 
Îro û ji nav weşanên Sersera çapa diwem ji berhema helbestvan û nivîskara kurd Mizgîn Hesko derket.

Navê berhem: li ber pala welatekî birîndar diherikîm.
/ Helbest/ Mizgîn Hesko
Weşanên SerSera ( Dr.med.Bashar Moustafa)
Tabloya bergê: Lukmam Ahmed
Çapa diwem: Sersera Avdar 2020.
ISBN: 978-3-96640-083-1
E.mail: sersera@sersera.com
E.mail: mizginahesko@hotmail.com
Hêjayî gotinê ye ku ev berhem berî niha hatibû çapkirin.
Çapa yekem :Weşanên Han, Berlin Avdar…

 
Di nûçeyeke xemgîn de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya koça dawî ya kurê helbestvanê navdar Cegerxwîn û birayê nivîskara hêja Boneya Cegerxwîn Keyo Cegerxwîn (Kesra) bihîst.
Bi vê boneya xemgîn em sersaxiyê ji mabatê re dixwezin û hêvîdarin ji Yezdanê dilovan wî bi buhişta xwe şa bike.
Bila serê malbatê sax be, û cihê wî behişta berîn be.

Qamişlo

27.3.2020

<p...