December 17, 2019

Mihemed Hesko (Birasoz)

Çiqas ciwan û rindî
nîşan a netew a Kurdî
ji Kurdan re kemendî
Ala min…ala min

Bi xemla xwe pîrozî
ji me re hêvî û sozî
nîşan a welat û dozî
Ala min…ala min
Ala mina çar reng e
çi binav û bi deng e
bo aştî, ne bo ceng e
Ala min …ala min
Rengîn e sipî û sor
dijminin li…

Ezîz Xemcivîn

Min çi nekiriye..
Ne dikarim Heriya bi Pêlavên we ve paqij bikim..
Ne dikarim Libeke Serêşê deynim ser Zimanê Kal û Pîrekê ..
Ne dikarim Taya Zarokekî sar bikim..
Ne dikarim Qutiyeke Şîr ji bo Savayekî pêşkêş bikim..
Ne dikarim Dilê xwe bikim Çarçef
û Nexweşekî ji Sermayê biparêzim..

Penaberino!
Serê Kaniyê ji min xeyidî ye..
Efrîn jî ji min bêhêvî bûye..
Ji xwe…

Narîn Omer

Delala min!
xemla te weke xemla Ala me ya rengîn
geş û xweş e
Ez rengê jiyana xwe
Ji geşbûna te dixemilînim
Dilber
Delalê min!

Te halana xwe ji bilindbûna Ala me
Vehûnaye
Ez kulîlkên evîniya me
bi reng û çeng dikim.