December 2019

Alan Hemo

Ziman şêrîn lêv da bade
Bêçar im bes stû li min bade
Lêvxwinav hew li bax fade
Sorhinark û dêm xweş kade

Mermer karban tune ji wade
Memik hîn li bîr kuşt im ji wade
Gerden boxaz hew ji min re zade
Deşt û girên wê bi min qade
Dûrî li min pir zor û tade
Evîndar im dînbûn li min çi rade
Badbext…

Bavê Zozanê

Îsal roja helbesta Kurdî li Essenê bi navê Serêkaniyê birîna me ya nuh di roja 22.12 .2019 an de hat li dar xistin ,ku em tev dizanin ku Serêkaniyê parçekî hêja ye ji Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagîrkirin.

Ji xwe em zanin ku ev roj bi xwe ji bo…

Bavê Zozanê

Kak Silêman Azer li ser rûpela xwe ya Facebook ê çend pirs û gazin kiribûn li ser mihricana helbesta Kurdî ya ku di 22.12 li Essena Almanî hate li dar xistin.Ez jî wek yek ji endamê komîta emedekar min xwest ez wan pirsên nivîskar Silêman Azer li gorî dîtina xwe zelal bikim.
Raste Keko wek…

Konferansê asayî yê Hevkariya partiyên Kurdistanê li Elmaniya li roja 22.12.2019`an li bajarê Kolin yê Elmanya bi beşdariya nûnerên piraniya partiyên Kurdistanê yên li Elmanyayê hate li darxistin.
Konferans bi deqeyek bêdeng li ser giyanê şehîdên Kurdistanê û doza netewî ya gelê Kurdistanê destpê kir, piştre babetên siyasî û rêxistinî û darayî yên di rojeva konferans…

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
Berî pêşî divê em bizanibin;peyva(Efsane)bi wateya(Baweriyê) tête nasîn,ango;bûyerên ku di efsanê de têtin şirovekirin ji aliyê civakên kevn de wek baweriyên pîroz dihatin pejrandin .
Gelek lêkolînerên folklorê weha dinivisînin:Di efsanê de Xwedawend,ajalên xeyalî,mirovên nîvajel,firişte û pêrî Û.H.D.Rolên lehengên serekîn dilîzin. Efsane li ser van mijarên jêrîn radiweste:1-Afrandina gerdûnê.2-Diyardeyên xwezayî.3-Cihê mirov di civakê de û…

Ebdilmecît Şêxo

-1-
Te heroj di dilê min de
dar ji daristana xwe
bi axnên min dişewitandin.
Te heroj bi hilma xwe ya
genî

gulek di gewriyê min de
diçelmisand.
Te herşev
kenînên
zarokên min
di hembêza dayikê de ,
bi kînên xwe
ji segên xwe re
dibrajtin .

Biyanistan!Biyanistan!
te herdem
pîrên min,
di gulistana giyana min de
-2-
bi diranên …

Konê Reş

Mezopotamiya.. Mezra Botan.. Bûka dinyayê! Îro Beriya Mêrdîna te, min di nav pencên xwe de kûr û dûr dibe! Gulîstana têr netew şilfîtazî maye..! Ez ê çilo û çawa xwe bidim ber pala Zinarê Mêrdînê?! Li ber bêdengiya wî Zinarî bisekinim?!
Mezopotamiya! Xelkên te yên ku bi ava çemê Dicle, Firat û Xabûr…

Mizgîn Hesko

Bê guman dixwazim ku ji were bibêjim ka duh çi çêbû, û xweş dizanim ku tiştê çêbû, êdî rastiyeke
mîna mirinê ye weha tehl e, lê dimîne rastî.
Ji mêj ve , li ser maseyên dagirtî piyalên Vodka û Wîskiyê ….kurd dihatin firotin….ev bi erêniya cîhanê bigiştî dibû, ji ber ku bêdengiya cîhanê şêweyeke din…

Mihemed Hesko (Birasoz)

Çiqas ciwan û rindî
nîşan a netew a Kurdî
ji Kurdan re kemendî
Ala min…ala min

Bi xemla xwe pîrozî
ji me re hêvî û sozî
nîşan a welat û dozî
Ala min…ala min
Ala mina çar reng e
çi binav û bi deng e
bo aştî, ne bo ceng e
Ala min …ala min
Rengîn e sipî û sor
dijminin li…

Ezîz Xemcivîn

Min çi nekiriye..
Ne dikarim Heriya bi Pêlavên we ve paqij bikim..
Ne dikarim Libeke Serêşê deynim ser Zimanê Kal û Pîrekê ..
Ne dikarim Taya Zarokekî sar bikim..
Ne dikarim Qutiyeke Şîr ji bo Savayekî pêşkêş bikim..
Ne dikarim Dilê xwe bikim Çarçef
û Nexweşekî ji Sermayê biparêzim..

Penaberino!
Serê Kaniyê ji min xeyidî ye..
Efrîn jî ji min bêhêvî bûye..
Ji xwe…