November 4, 2019

Konê Reş

Were payîza Xemgîn were! Were û sapê temenê min li ser bênderên welatê min bidêre.. Di sikak û kolanê Qamişlokê de li şopa pêyên min bigere.. Were û çîroka Mem û Zînê, Siyabend û Xecê, Ferhad û Şêrîn ji nifşên nûhatî re bêje û bibilîne.. Were û kul û xemên di tûrikê min…

Xizan Șîlan

ey mirov
ji ber hovitiya we
stranên şahiyê
ji kezebê dinalin
helbest
di îskeîska gewriya xwe de
xeniqîn
rojan

kirasê reş li bejna xwe pêçan
şevistan xwîn vedirişin
stêrk xeyîdîn
reşewr stewr bûn
dengê xuşexuşa barana bereketê
hate birîn
çirayên geş şerm kirin
ji ber hovitiya we
giyana erd û asîmanê
lerizî
bîranîn
li ber bayê reş ketin
çîrok bêxwedî man
çem melûl melûl diherikin
ji parzûna demê
kul û…