September 21, 2019

Gurkan Elhac‎

Dil li ber te ye ber te ye ceger
Gerden zera min xoba rû fener
Dêm bexçê gul e , dev dur û gewher
Beijin balayê ji tayê erer

Siwara dilî por hilî ezman
Şêrîn zarî tu qendî ser ziman
Ji bilî nîn e dara û saman
Zemîn pir şa ye kû tu hêj li ser

Jêdera ristan helbest û hozan
Bûka welatî…

Ebdilmecît Şêxo

Li ser kaniya gundê min,
min zerkek av
vedixwar.
Min bihîst,
çûkek ji kevokekê re
distirê.

Kevokê nazik,nazik,
bi baskên xwe semayek,
li ser dara zêtunê dikir.
Ez ji çûkê ve nîzîk bûm,
awazên qelfek çîrok,
Ji birînên bajarê xwe
EFRÎNÊ
di dilê min de çand!!!

2018