Xizan Șîlan
arzûyên
li ber bayê felekê ketî
dara bextewariya biharên
pel weşandî
qêrîna gewriya bedenên
şewitî
û stûyê mezlûmên
bi kindira sêdarê ve
daliqandî
ez westandim
hovitiya
celadên serdeman
êşkenceya zîndanên rûreş
xwîna wek çemên melûl
herikînî
û bêhna cendekên ji kolanan
difûre
ez westandim
cehaleta
zimandirêjên xwenenas
axa şaristaniya ku ji kezebê
dinale
sînga berbangên
êş û keseran dikişîne
û rondikên
di korta çavên dayikan de
cemidînî
ez…
Cankurd
Îro kak Nizar Yosif libek ji va dîwaana xwe ya xweşik û hêja wekî diyarî bo min hinart, û min ji xwe re histobarî dît, ku ez li ser wê çend peyvan lêbikim.
Di serî de, ez dibêjim: Pîroz be ev xebata te ya helbestvanî, ji ber ku bi vê yekê tu pirtûkxaneya ziman…
Mehmûd Badilî
Hîna li cihê xwe yeew darika miradanû rê jî hîna di ber re dere Ew terîşê sor yêku me bi hev re
bi şaxekê ve girêda hîna li ber bayê li badibe bi rêbiwaran re dikenedilê kesên bê hêvî direvîne û evîndarên dilmayî gurêxî raperînê dikeHîna ew terîş ne riziya yeû hîna li ser wê xwêdana destên me tere Li…