March 11, 2019

Nayif çolo
Mijlbûna gerdûnê Demsalên bê nav Bapîsûkên bê xewin Kenê bê qermîçûk

Giryê parzûnkirî ji hêsrên Dilpakiyê Çar aliyên windayîDu rûbarên bazdayî Yek girîYên din xwîn Li zevyên xewnan Dimiçiqin Şarên behremend tenê Ji berbendiya kuştinê Havîn xwe dialêse ji Xwêdana hejaran bê fedî Pênûs berdiliyê li gotinên Evîniyê dike Bê çar dimînin helbestên Aşitiyê Li keviyê paravên Sêwî Xwe dide pêş rengê Reş Ji dest diçe jiyan rengê Spî Û hêdî hêdî diçê ava Hêvya welat.