September 5, 2018

Xizan Șîlan

westîbûna hilmgirtî
ji ser tenêtiya rojên min rakin
bêdengiya çavên kelegirî
qêrîna jankêş
gewriya tevizî bi dilopek şadî
şên bikin

ez
li avhewaya giyanê tazî
bareşekî bênasname me
birînên kezebê
bi melhema eşqê mizdidim
di deryaya bêbinî de
bi masiyên serxweş re dikevim
pêşbaziyê
refên qulingan
ber bi berxwedana çiyayên azad ve
difirînim
werin
bi zimanê muzîkê
tevna helbesta min bi min re
bihûnin
li pêşberî firtoneya qûmê
çira hêviyên aso vêxin
kirasê…

Konê Reş

Di wî heyamê zaroktiyê de jî, xwarina her malekê di gund de li ser agirê tifika ku di hundirê malê de hebû, dihat çêkirin. Di her malekê de tifik hebû. Ew tifik di qorzîkek hêwana malê de bû. Di ser re, bixêrîk ber bi jor ve dirêj dibû, agir di tifêkê de dihat…