February 2018

Tengezar Marînî

Şev e ,
agir dibare
welatê min
bi xwînê dixemile
cîhan dîlana Wals dike.

Xewnên te xwe veşartine
Hemî dergeh dadayî ne
Ez fêrî
Awazên xemgîn bûme
Rondikan;
Li vir tenêbûn;
Li wir piştberdan
Li dera din lihevnekirin
Deryayeke sar e ev welat
Diherrike xwîn
Dil radiweste
Pirsên bêdunde
Hêvî bar dikin
Hiş diçe
Giyan dilerize
mij e rastî
Dem lezê dike,
Çendî din dikarim
Aram xwe ragirim?
Direng e, direng
Yekê dizanim..
Eger ez xwedê bûma,
ez î…

Konê Reş

Îro, bi helkeftina roja zimanê dayikê me (Birek ji nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan) serdana mala mamoste Derwêşê Xalib kir. Û wek rêzgirtin ji kar û xebatên wî re di ber zimanê Kurdî de, me spasiyên xwe jêre pêşkêş kir..
Derwêşê Xalib yekemîn kurdê Sûriyê ku li ser zimanê Kurdî tê girtin, zindankirin û cezekirin….

Xelîl Cubran
Werger: Laleşebdulrehman

Ji hev hez bikin lê evînê bo xwe nekin bend, Bila evîn deryayek pêldar be di navbera beravên giyanê we de, Piyaleyên hev dagirin lê ne tenê ji amanekê vexwin, Nanê xwe li hev parve bikin lê ne tenê ji nanekî bixwin, Li gel hev bistrên û bireqisin lê bila her yek ji…

Marwan Mustafa «Bavê Zozanê»

Dijberê Sûrî Burhan Xelyûn serokê berê yê encûmena niştimanî sûrî li ser rûpela xwe ya fêsbûkê wise dibêje :Têkdan bi termê şoreşvana kurd ya ku di rêza ypj ê de şerdikir Barîn Kobanê ku li Efrînê canê xwe da ,eger tiştekî xuyanî û ber bi çav bike , bêguman ketin û şikestina…

Konê Reş

Gotin di dawiya şevê de digrîn..!
Bêdengiya me bi çûkên mirî yên vî heyamî re dilewite..!
Ev heyamê ku em ji bo wî distirên û
Ew, serê xwe ji bo me dihejîne..

Digirî û di ber xwe de dibêje pepûk.. Waweylê…
Mamoste! Em ê çawa wêneyê bav û kalên xwe
Winda bikin, kum û kolosê wan…

Romana nivîsakarê kurd Heysem Hisên, ku sala 2009an, bi Zimanê Erebî, bi sernavê (رهائن الخطيئة) ji aliyê Weşanxaneya el-Tekwîn ve, li Şama paytexta Sûriyê derket, destpêka sala 2018an li Amedê, ji aliyê Weşanxaneya J& J ve, bi Zimanê Kurdî jî derket.
Nivîskarê kurd Xalid Cemîl Mihemed, ev roman, bi sernavê (QURBANIYتN GNEHKARIYت) ji Zimanê Erebî wergerandiye…

Qado Şêrîn

Qenciya ku nivîskar bi Kobanî û kobaniyan kir, belkû bi tevaya gelê kurd, romana ”KOBANΓ nivîsand, û êş û azar û wêrana Kobanî wek dasîtaneke zindî parast. Nivîsandina romanekê li ser tiştê li Kobanî qewimî û hat serê xelkên Kobaniyê, ne wek me di weşana zindî, nûçe û nivîsandina bi hezarên gotara ye, belê…

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Çiqas pêkenînek tehl e
Ku bi şaxeya zeytûnê,
Rîşa zeytûnan derxînî!
Xewên zarokan bişkênî!
Xewn, xiyalan bihirfînî!

Çiqas şanoyeke tehl e
Bi navê xwe parastinê,
Hêriş bibî ser cîranan
Gund û bajarên bêtawan
Bidî ber bombe û topan!
Bermayiyan hilweşînî!
Kew, kevokan bibecînî!

Çiqas durûtiyek tehl e
Ku eslê xwe de ruvî bî,
Lê xwe têxî dilqê şêran
Hicûm bikî ser zarokan!
Ziravê wan biqetînî!
Dawa mêrxasiyê bikî!

Çiqas…

Narîn Omer

Barîn delala min
Te dastana evîniyê
di dilê kurd û cîhanê de
bi gul û kulîlk kir
Te şîrava mêbûniyê
di henasên jiyanê de
xweştir kir

Ewan ji tirs û sawa
dilê te yê kêfxweş û
canê te yê polat
cendikên te talan kirin
Kenê te
ew bê çare hiştin
Kenê te
Ew ji zemîna mirovaniyê
Koçber kirin
Navê wan li ser koka
hov û mirovxwaran tapo kirin
Dengê…