Gotar

Evînê bo xwe nekin bend

Xelîl Cubran
Werger: Laleşebdulrehman

Ji hev hez bikin lê evînê bo xwe nekin bend, Bila evîn deryayek pêldar be di navbera beravên giyanê we de, Piyaleyên hev dagirin lê ne tenê ji amanekê vexwin, Nanê xwe li hev parve bikin lê ne tenê ji nanekî bixwin, Li gel hev bistrên û bireqisin lê bila her yek ji we serbixwe be tam wek têlên ûdê jî serbixwe ne lê bi hev re heman awazê dijenînin,
Dilê xwe bidin hev lê xwe nekin xwediyên dilê hev ji ber ku tenê jiyan dikare dilan dagir bike, Li gel hev rawestin lê ne zêde nêzî hev, stûnên peristgehan jî bi navber in û berrû û selwî jî di nav hev de şên nabin.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…