December 29, 2017

lazgîn dêrûnî

Ji bo yarê dilêm text e
Bi gorî can dikim nexte
Bi hêvî ma werim rex te
Bidî min ol û him bexte

Li ser pêlên evîna te
Li dûv xweş hilm û bîna te
Mirad û mexseda min bû
Werim koçka civîna te

Li wê koçkê bibim mêvan
Li ser desta bikim razan
Bi ramûsim dev û lêvan
Ber û sînga bikim talan

Civat û…