December 2017

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Dîsa destê xiyanetê
Vîna netewî hedimand
Serê gelek çiyan çemand
Ruhê şehîdan lerizand
Tovên nakokiyan reşand
Xwîna egîtên me hirşand
Çira gelê me temirand
Xewa mala mezin firand
Bişkê destê xiyanetê!

Dîsa destê xiyanetê
Dîrok bi paş da zivirand
Gelek mêrxasin biecand
Koşka yekîtiyê rifand
Dil, hinavên me peritand
Dilê dayîkan şewitand
Rondikên xîretê barand
Pişta mala mezin şikand
Bişkê destê xiyanetê!

Dîsa destê xiyanetê
Bav û kur va…

lazgîn dêrûnî

Ji bo yarê dilêm text e
Bi gorî can dikim nexte
Bi hêvî ma werim rex te
Bidî min ol û him bexte

Li ser pêlên evîna te
Li dûv xweş hilm û bîna te
Mirad û mexseda min bû
Werim koçka civîna te

Li wê koçkê bibim mêvan
Li ser desta bikim razan
Bi ramûsim dev û lêvan
Ber û sînga bikim talan

Civat û…

Konê Reş

Li gor tê bîra min, di nav wan çil malên ku di gund de hebûn, bi tenê sê- çar kes bi saet bûn; bavê min, Evdê Gedo, Hecî eliyê Xelîlo û Melayê gund. Hecî Mihemed (Hecî Kevir) saeta wî nebû, nizanîbû bi saetê.. Ji ber rewşa feqîrtî, hejarî û nezaniyê saetên gelek gundiyan…

Vejîna Kurd

Di navbera payîz û zivistanê de
Demsaleke girî..
Min radestî pêlên azariyê dike
Û bahozeke hov
Min vedixwîne semaya mirinê
Belêêê…. Semaya mirinê

Ji ber ku
Ez peleke payîzî me
Êşa peyvê
Û tengijandina bêdengiyê me.. ez
Carina
Di bin çermê demsaline tî de
Siha kenekî revandî
Di bextê xwe de min dibişirîne
Lê pir caran…
Dem..
Keskahiya hêviyên min
Û zelaliya hestên min dimije
Peleke nîvmirî me.. ez
Li her êvarekê
Bi…

Bavê Zozanê

Romana “Şivanê Kurd” yekemîn roman bi zimanê kurdî beriya 28 salan li gundê Kevrê Dena min xwend ku gundekî Kurdan e û dikeve bakurê Çil Axa li Rojavayê Kurdistanê. Roman bi navê “Şivanê Kurd” bû ya nivîskar Erebê Şemo.

Ez nizanim ji ku dest pê bikim. Her esr piştî karê xwe yê mamostetiyê min romana…

 
Bavê Zozanê

Îro 9.12.2017 li komela Hêlîn li Essen ê û bi alîkariya malbata nemir .

Yekîtya Nivîskar û Rojnemevanên Kurd bi erkê sersaxiya helbestvanê hêja nemir Xelil Mihemed Elî Sasûnî rabû.

Li dora katjimêr 13.30 nivîskar Bavê Zozanê dest bi vekirina sersaxiyê kir, pêşê wek xuleyek bê deng rewşenbîr û siyasetmedar û hemî beşdarar û mêvanên delal…

Konê Reş

Di zaroktiyê de, em ji mezinan fêrî (Birayê Axretê) dibûn. Me dibihîst ku filankes û bêvankes di gund de bûne birayên hev û din yên axretê.. Me zarokan jî, nola wan dikir.. Her du zarok ji me, ku me hez hev û din dikir, em dibûn birayên hev yên axretê..! Her yekî ji…

Konê Reş

Berî çend rojan navenda çanda Almanî a navdewletî li Beyrûtê, dîploma Doktoraya rûmet û rêzgirtinê dane hunermendê Kurd Seîd Yûsiv.. Di diplomê de wiha nivîsandine: (Wek kesayetiyekî giring, em rêzgirtinê ji karê wî re digirin ku wî karîbû giyanê hezkirin, bexşandin û nirxê mirovahiyê di cîhana huner û çandê de belav bike..)
Wek…

Qado Şêrîn

Civak yan jî xelkên li der û dora Pkk-Pyd xelkên bijartî ne, ew yên amade ne ji hemû biryaran re, bimir bimir, rab rab, her her, wer wer, ew yên bê vîn in, hişê xwe bi kar naynin, nafikirin, û ku fikirîn wê bêtar derkevin an wê ji Pkk-Pyd cuda bibin, ango wek kerî…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Şalyarê Osmanî Ehmed Paşa hêzên xwe ji Tirkan û Kurdan dan ser hev, û hestên cîhadî li ba wan gur kirin, û da xuyan, ku ewana leşkerên Xweda ne, û dij Eyzîdiyên kafir şer dikn, mebest jî mîr Evdal Xan û leşkerên wî ne.
Paşa ferman da, ku sê caran azan bilind…