October 2017

Lazgîn dêrûnî

Va
didin em soz û peyman
Sûnd
dixwin em her bi yezdan
Qet
ji rê dernakevin em
Serxwebûn
armanc û nîşan

Bo welat em can fidaneEv jiyan her berxwedan eŞev û rojan xew me nîneÊş û nalîn pir giran e Bo me kerkûk dil û can eRoniya herdû çavan eEm te nadin qet bi QudsêQuble û dîn û îman e Hêz û pêşmergê…

Îro 22-10-2017an. Bi dilekî xemgim me nûçeya
koça dawî ya helbestvanê Kurd î buha giran Ehmed Şêx Salih endamê Yekîtiya
Nivîskarên Kkurdistana Sûriya bihîst. Piştî
nexweşiyek dirêj ku li Hewlêrê dihat dermankirin.

Bi vê diltevzînê em bi navê Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistana Sûriya sersaxiyê ji xwe,û malbata wî re û her wiha ji gelê kurd û
hemî dezgihên nivîskaran û kesayetên rewşenbîrî…

Konê
Reş


Di biçûkaniya min de li gund, elektirîk nebû,
dema ku dibû êvar û tava heyvê neba, reşahî û bêdengiyê konê di ser asoyê gund re
vedigirt, gund di nav reşahî û bêdengiyê de dima. Bi tenê stêran bi ronahî û
biriqandina xwe li asman dilîstin.. Di nav wê reşahî û bêdengiyê de hin caran
dengê reyandina sehan, qurequra…

Narîn Omer

Kenê çavan kenê lêvan

nerînên
dill dibin mêvan
Pevokên xweş bi wan xweş tân

demarân
wate bûn rêvan

Ne poşmanim ji vê işqê sipasdarim ji van lêvanWelato her dimînî xweş buhiştî tû ezim sêwanBimînî war ji bo kurdan tu yî sîber tu yî sêwan

Nîşe:

Bavê Zozanê

1933.12.meha mijdarê
zayîna Mam Celal e. Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê
“YNK”Navê wî yê rast : Celal Husamedîn Nûrelah Nûrî Talabanî. Li
gundê Kelkan ku dikeve raserî çiyayê Kewsert ê , nêzî gola Dokan ê, li
parêzgeha Silêmaniyê.
1947 an de bi temenê 14 salî Mam Celal tevlî Partî Dîmoqratî kuridistan bû bi
seroktiya Mela Mistafa Barzanî.

1951…

Konê Reş

Bi min xweş e ku em îro bi hev û din re 24
saliya koçkirina Apo Osman Sebrî bibîr bînin. Di rojek mîna (11.10.2017)de,
berî 24 salan apo Osman Sebrî ji nav me barkiriye.. Ew di sala 1905an de li
Kurdistana bakur çêbûye û di sala 1993an li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê û li
gundê Berkevirê,…

Bawer Dilzar

Gava
meriv vê romanê dixwîne û rastiya berxwedana Kobanî zanibe, meriv ji mezinbûna
kîn û zikreşî û bêbextiya nivîskarê vê romanê ya li hember wan hêzên berxwedêr şaş
dimîne. Ewqase jî dijware meriv bawer bike ku xwediyê van gotinan, vê kînê, vî
awayê berevajîkirina rastiyan kurd be û ji Kobanî be. Kêm nivîskar hene ku
dikarin dîtin û bîrûbaweriyên…

 
Hevpeyvîn: Macid Mihemed

Ji bo ronîdana ser pêşveçûnên siyasî û yên meydanî li qada Sûriyê, û zêdebûna şerxwaziya rêjîma Esed di dema dawî de, ji ber ku wê ruxset ji dewletên garantor bi dest xistiye ji bo navçeyên ne di nav deverên kêmkirina asta şer de bumbebaran bike. Û her weha şirovekirina helwesta nerazîbûnê ya bi…

Dr.
Ehmed Xelîl

Werger:
Heyder Omer


Dorpêçkirina Bedlîsê û amadekariyên mîr Evdal
Xan


Berê jî derbas bû, ku şalyarê osmanî qeral
Ehmed Paşa, hîna li Wanê bû, dest pêkir, ku sedemên hêrişkirina Bedlîsê
bafirîne, û hinek Axa û Begên Kurd tev wî bûn, Şêxên misilman ên Kurd jî
fetweyek derxistin, ku Evdal Xan bê sinc û Xwedanenas e, û malbata wî dijminê
dewleta Osmanî ye,…

Konê
Reş


Ezbenî! Kes nikare çavên teyrê Baz girêde..!
Kes nikare ronahiya di çavên wî de bitemirîne.. Qet û qet basko nabe.. Her û
her azadî armanca wî ye.. Serxwebûn hêviya wî ye.. Çiyayên bilind mala wî ye..
Daxwaza wî ku, ewrên bi baranê avis di ser welatiyên wî re bibarin.. Xak û niştimaniya
welatiyên wî talan nebe..

Ezbenî! Ewên…