June 27, 2017

Laleş Zerdo
Aşekî nayê gerandin
rêsekî nayê hûnandin
kalekî hew tê bezandin
dil bi zorê tê livandin

derdekî bê çare ev derd
hew bi kêrî tiştekî têm
çav û gav çûn rih sipî têm
bê kesû kûs û Evîn têm
bê çira bê Dêm û Rû têm
derdekî bê çare ev derd
va li rastê mame çendek
lib-libî pekyame cengek