May 2017

Hoşeng OSÊ

Serokê
PKKê, birêz Abdullah Öcalan di pirtûk, şirove û analîzên xwe de, ji salên 80î
ta 90î, kêm caran li ser rewş û mijara jinê rawestiya ye, lê piştî salên 90î û
heta niha, jin û mafên wê, bûne mijareke serek ya Öcalan, heta radeya ku
azadiya Kurdistanê bi azadiya jina Kurd ve girêdaye. Di despêka salên 90î…

Vejîna Kurd


Axînên berbangê di nav hovîtiya lepên zivistanê de bilind dibûn,
axaftina ewr û birûskan govdeyê bêdengiyê diqelişand û di zinarên xewkirî
werdibû. Sermê xwe li newqa bajêr gerandibû û wêneyeke lal mîna goreke
wêrankirî li ser bedena kolanên vala dineqişand.
Li ber deriyê mala Nazê şaxên dara gûzê rûyê xwe ji ber bayê bê wijdan
çep û rast…

Komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan,
bi dilşadî we vedixwîne rêwresmên xelatkirina dosta gelê Kurd, helbestvana Emazîx Melîke Mezzan.
Rêwresmên Xelatkirinê, dê bi amadebûna Xanim
M. Mezzan li edrêsa jêrîn pêk bên:
Dem: Roja Şemiyê, 13. 05. 2017
Kat:
13,00

Cih: Münsterstr. 119
59065 Hamm / Deutschland

Têkilî bo zanyariyan: Dr. Mohammed Zeyn: 017645042597 Idrîs Omar: 01735667296 Heyder Omer: 01797535369

Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)

Têhran 1378

Mîna wardeka delal
Warin em hêdî hêdî
Herin ser gola zelal;
Cûm bibin bin avê da.

Bê qirteqirt û bê dengHildin xuslên reng bi reng:Xusla çavnebariyêXusla biran kujiyêXusla xwînrijandinêXusla nehebandinêXusla duberekiyêXusla lewta hovtiyêYa dek û gelaciyêXusla pêpeskirina-Mafên mirovahiyê… Dû ra bi misînek av,Bigrin destnimêja pak.Raxînin rûyê erdê,Şalika biratiyê.Paşê bi eşq bixwînin,Em nimêja aştiyê.

Merwan Berekat

Ziman giyanewerekî zindî ye, ew jî mîna mirov tûşî nexweşiyan dibe, lawaz dibe û carina jî dimre. Belê ev rastiyeke dîrokî ye, ji ber wê jî zor pêwîst û girîng e, ku bendewarî bi hemû warên jiyana zimên bibe, taku ew ji nexweşiyan were parastin, û li gor demê rola wî hebe. Dema ku…

Qado Şêrîn

Hêviya gelê kurd bi
dewletbûnê Başûrê Kurdistanê ye, aniha baştirîn derfeta dîrokî di xweşiktirîn
guldankê de li ser maseya partiyên siyasî yên B. Kurdistanê hatiye danîn. Eger
hat û bû dewlet hêviya perçeyên din jî mezin, geş û bihêz dibe.
Eger PDK û YNK li hev
bin pirsgirêk û nakokiyên kurdan çareser dibin û serxwebûn nêzîk dibe.
PDK û YNKê…

Desteya Sernivîser*


Medya yek ji
diyardeyên civakî ya herî giring e, û destlatdariya çarem a serdema niha
ye. Gelê ku wê neke xizmet doz, hebûn û
azadiya xwe tê wateya ku ew milet li paş maye. Em dikarin bêjin ku medya Kurdî
û şoreşa azadiyê ya gelê Kurd tucarî ji hev cuda nabin, ji ber ku têkoşîna
şoreşê û ya medyayê…

Vejîna Kurd

Mirov ji xweberê nabin pêşeng, pêşengî sembola kar û
xebatên hêja ne .
R.Bedirxan ( 1909 -1992) jineke zana,
rewşenbîr, leheng û pêşeng e, ji bilî xebat û çalakiyên wê di warên civakî,
ramyarî, rewşenbîrî û netewperestî de ew xatûna pênûs û peyva azad û serbest e,
wê pêşengiya jinan di warê rojnamevaniyê de kiriye û di…

Konê Reş

wek ku
diyare Bedirxanî di gelek waran de pêşeng in, ne gereke ez şan û hunera wan ji
bo raxînim ber çavan, hun tev wek min zanin. Belê bi min xweş e ku ez vê carê
hunereke din ji hunerên wan şanî we bidim. Ev huner Rojnameya Dîwaran ye
û damezrênerê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan…

Bila yekemîn tîpa nasnama kurdî fêrkirina zarokan a zimanê kurdî be.
Bi vê armancê Înstutiya Kurdî li Stockholmê pêşangeha pirtûkên zarokan li dardixe. Hemû malbatên kurd ên li Stockholmê bi zarokên xwe bixêr bên çalakiya cejna zimanê kurdî.
Herwiha di heman rojê de muzîk, şano, semîner û xwendina helbestê jî heye

.