May 28, 2017

Merwan Berekat

Di berîkên vî çiyayê de xewnên dêpîran li ser
balgiyê keserê paldane, û di hemêza şikeftên Niyandirtalan de vedenga dîrokeke
dêrîn dilorîne….
Siha xwedêwendên bê perestgeh li peravên kanî û
çeman çogvedane, û dengê Eştiyax di navbera erd û ezmên de, bi keserekê ve
aliqiye…
Di navika sirt û zinarên vî welatî de, kilkila
hêrsên Diyako ye, û hîrhîra hespên Alalaxiyan…

Vejîna Kurd

Rojê bersiva xwe ji pirsên avahiyên bêdeng û bajarê xulmaşbûyî re dadimalî, û şevê
hêdî hêdî konê xwe yê tarî vedigirt. Di odeyeke biçûk de ku tenê textek, masek,
du piyal û çar dîwarên tazî dinalîn, Şiyarê bîstûçar salî xwe li ser têxt dirêj
kiribû û bi piyala êşên temendirêj diponijî. Di xwelîdankeke hesinî de termên
cixareyên rêzkirî…