October 13, 2016

Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan) 2014


Rondik razek e,
Bişirîn razek
e,
Evîn razek e,
Rondika wê şevê,
bişirîna evîna min bû.

Dastan nînim, min vebêjî;Kilam nînim, min bistirêy;Deng nînim, ku min bibhêy;Yan tiştekî ku bibînî;Yan tişta ku bizanibî… Ez im, ez derdê hevpar im,Tu heyloyî min bike, lo! Dar bi daristan ra diaxive,Gîha bi deştê ra,Istêr kadizê ra,Û ez, bi te ra diaxivim. Navê xwe bibêje…

Mehfûzê mele silêman
Wî welatî navim..
Ku tê de bê nav bim
Bê çav û bê gav bim
Ku tê de sebav bim

Wî welatî navim..Ku tê de birçî bimYan jî qereçî bimBê kas û kevçîbim Wî welatî navim..Ku tê de dev bûz bimSerşor pişt xûz bimBi kûz û bi nûz bim Wî welatî navim..Ku tê hebe qedîSîtem û bedîRiswayî û gedî Wî…