August 13, 2016

Giryan Seyro


Rûkê wê û devê wê
Lêva wek liba tiwê
Eşqa wê wek deryayê
Di nav de ez bûme
xwê

•••••••• ••••••••Hezar rist û sed helbest Min ji berxê yek helwestDi ber pesnê wê de hînBerdewamin hest û dest ••••••••• ••••••••Çi delal û bedew eÇendî dêm bi pertew eDelala min bê yî wêHelbesta min derew e•••••••• ••••••••Tim li bîr e…

Roni Eli

Bêje … Nebêje
Gotinên te
Mîna toza
talîzokên havînê
Bi gulmek av
Têne şiştin û
wenda dibin
Mîna afsaneyên şevbihêrkên zivistanê
Hinavan dicivilînin
Û piştî kêlîkekê
Bi pençê kenekî re
Koçdikin û têkdiçin

Bêje .. NebêjeWêneyên teDi tîna havîneke girgîn de Bawşîna li ser dil inDi berbanga hêviyan deGeşteya asoya paşerojê neLê nameyên teMîna mûşegên ku dîwarê pişta sêwiyanLi welatê min hilweşandinTîrêjên sibehê diqelişînin ..Talan…