Vejîna Kurd
Azarî, mîna solînên berfê, bi aramî
bi ser govdeya demê de dibare..
Sekeratên şahiyê yên ku ji gewriya
welatekî birîndar diherikin ser dêmên rojê û sirûdên koçberiyê yên ku her kêlîkekê li ser lêvên sînorên westiyayî dubare dibin giyanan berve beyabanên
bêzariyê dibezînin û çavên şevê nîvgirtî dihêlin..
Belê.. li welatê min kolanan stranên bêdengiyê li ezber kirine, deşt,…
Ronî ELÎ
Li ser sînor
Berî ku kevçiyek Av
Di zenguloka demê de berdim
Min xewnên xwe
Bi rondikên pîrejinekê reVedixwarinHew bi tenê Toza zeviyekî nêrÇavên minJi wêneyên bajar û bajarokanTije dikir inÛ tu ..Yara kuştiyê xewnanLi ser pişta mihîneke tîmar nekirîLi bîra min dihatWê gavêMin û dîwarekî piştxûzxwe dihev werdida Li ser sînorNasnameyên mirovaniyêBê welat dimanDergûşên şîrevekirîLi hembêzekê digeriyanKenê…