March 18, 2016

Narîn Omer

Silêmanê hestyar…
Hêj jinên me.. Dayikên kurdan
Bi dayika te re
Bedleyê zavatiya te
Bi gul û çîçek dikin û bav
Çîroka halana te
Berdewam dikin.

Hêj.. Keçikên me…
Xwe li ber neynikê
dixemilînin û tilî û guliyên xwe
Bi hineya zavatiya te
Neqşe.. Neqiş dikin û
Hemî stranbêj û hunermend navê te bi dengê bilûrê û
Tembûrê distrînin û
Dilorînin
Hêj helbestvan di
Kaniya dana te de
Matmayî mane…

Nizar Yosif

Kêferata bandevê ye
Bi zayîna sînoran re
Li danîna berê xwe bigerin
Demsala tirş bûyî
Bi îşkên seqemê
Taviyên baranê
Ji ber buharê me tên
Di navbera bahozê re

Darên nûbar
Bihinteng di tewin
Di ka em bi hejandina rezan re
Ne xewixin
Di van nezelaliyan de
Çav mest nebin
Bi rûmeta mirovaya xwe
Hay bibin
Di çarçova…