January 14, 2016

Xizan Şîlan
na na
min hê nedîtî ye
karxezala xwe ya revok
rindika fîstanqeytanî
esmera çavbelek
kezîzera çavşîn

gulsosina bêhnxweş
dilbera fodil
delala gerdenzêr
yara nazik û lihevhatî
ya ku ez derbider kirim
dil û gurçik û kezeb
li min şewitandî
bedena jar xurdexaşkirî
li bêçaretiya felekê
serî li min tewandî
û stûxwarkirî
ya zelaliya ava kaniyê
li min herimandî
şewqa çira hêviyên geş
vemirandî
ya di gewriyê min de
gotin kirî gulok
na
min hê nedîtî ye
ya…

Konê Reş

Dayê! Êdî bes gazinan ji nedîtina min bike?! Mirovan, serboriyên jiyanê û pirtûkan ez bi formeke din guhertime.
Êdî ez nema ew Selmanê berê me. Ewê ku te jêre digot: Qurmiçiyo! Ev deh car ez ji te re dibêjim; wan berxan derxîne ser bênderan.. Wan mirîşkan ji devê derî biqewirîne.. Here nav rez çend…

Vejîna Kurd

Hilma tenêtiyê..
û vedenga axîneke kûûûr kûr
bedena Çiyayê Lêlûn
dilerizînin…

Tajanên vê sibehê
hemû rûbarên xemên çemê Efrînê
gurgîn dikin…
û çateriyên hêsankirinê
di bin mij û dûman
û tariyê de
binax dikin.

Tîpên dilteng
li ser lênûsa dîwarekî nîvhilweşî
dimeyin
êş li ser êşan pal didin
û tenê tûtî û tawis
di perestgeha xewnan de
radigerin.

Li…

Salar Salih

Hat xuyakirin ku kongirê rikberiya sûrî yê ku li Riyadê paytexta Sûdiya Arabî di 8 ê meha borî de hat girêdan, armanca serekî jê ew bû: civandina rikberiya Sûrî di bin yek sîwanê de, û herweha danîna nerînek siyasî yekbûyî ji rikberiya sûrî re, berî ku danûstandin di navbera rikberiyê û Rêjîmê de dest…