December 2015

Mehmûd Biro

Di roja dawî ya sala 2015 an de, emê salek ji temen û kar û xebatê lişûn xwe bihêlin.
Jibo me wek ENKS-no, sala 2015 an , salek pirr bû ji xweşî û nexweşîyan.
Nexweşîyên wê herdû komkujiîyên Şingal û Kobanî û Hewlêr Bakurê Kurdistan bûn, û teqînên corbicor yên xwekujîyê yên terorîstên rûreş û gemar…

Konê Reş
Mîrzade Sînemxan Bedirxan kî ye?
Ew neviya mîrê Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802 an de li Cizîrê çê bûye û sala 1868 an di sirgûniyê de, li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr Bedirxan ê ku di tîrmeha 1847 an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û tev jiyana xwe, tevî…

Sersala nû bi ser me de tê û em di cengeke herî dijwar de ne ji bo ku em nasnameya xwe ya mirovahî bidin xuyakirin, û rişt bin li ser parastina dara man û berdewamîyê bi lawijên hezkirin û aştîyê.
Bi Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyê, bi hemî şaxên xwe ve, xweşe ku hemî gelên cîhanê bi…

Tengezar Marînî

Li bakurê Kurdistanê, zarok, jin, kal û mêr têne kutin. Polîs, Mît, tîmên taybet û lekerên dewleta Tirk di er de ne, li dijî miletê kurd û bêrehem bajaran dorpêç dike, pergalên awarte radigihîne, êrîî mala dike, zarokan ji pê çavên dê û bavan ve dikuje.
Roj hatiye, ku êdî Kurd bigitî li bakur…

Konê Reş

.. Di salên 1961/1962/1963/an de, rola qaçaxa ku di gundên ber sînor re dibû, qube û mezin bû.. Leşkerên sûriyê û cendirmên tirkiyê bertîl dixwarin û wiha yê ku ji welatiyan bihata kuştin û birîndarkirin an girtin û zindankirin ji kîs xwe diçû.. û di encam de gelek zarok sêwî diman, lingê gelek zilaman…

Akif Hasan

Tê gufûgokirn gelo wan ew nûçe li ser Ciwan Îbrahîm belav kirine an na. Ev bi xwe gufûgoyeke şaş e. Wan jî kiribe nabe werin girtin. Heger ji bo her nûçeyeke şaş rojnamevan bihatan girtin, wê demê rojnamevanek li ser rûyê erdê nedima û nehatiba girtin. Ma ev jî gotin e?
Derdê PYDê ne ev…

Merwan Berekat

Di siha wê de
pîroz e……
nimêja azadiyê
Tişartoooo….!
Hîn
lêvên serdeman
ji pertewên roja te….
jînê dihûnin………

Axnaton jî
lavêj ji wê re rêdikirin
Ahoramezda……!
Hîn
baweriya torînên te
bi baskên royê
ezmanan bi tîn dikin……..
Li qada lehengan
belê; li Çar Çira
pêncî û sê mûman
ronahî…
ji pertewên wê wergirtin
Ey Melekî Tawûs…!
hin ji qewlên te
tên jibîrkirin
ma em Kurd ne seyr in?

Konê Reş

Sebaretî parastina zimanê Kurdî di nav kurdên Beriya Mêrdînê de, dikarim bibêjim; eger şêx û melayên me karîbûn dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî, helbestên Feqeyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî, di hicrik û tekiyên olî de parastin, stranbêj û dengbêjên me jî, zimanê me ji talan û bişaftinê parastin. Rola…

Vejîna Kurd

Li sibeheke têrhêvî, berbangê ne ji zû de xatir xwestibû, û rojê bijangên xwe yên têrevîn di govdeya asîmên de serbest berdabûn. Bakî hênik li rodanka dilê min xist, û bi bêhna qehwê ya ku ji fîncana min difûrî, û bi awazên tembûra Mihemed Şêxo re, rewanê min sermest dibû.
Kêlîk bi kêlîk.. ez di…

Salih Demîcer
Ev bû demeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) xwepêşandanan birêve dibe li djiî hin biryarên birêveberiya xweser li herêmên Kurdên Sûriyê. Ew dibêjin PYD û hevalbendên wê siyaseteke yekalî birêve dibin ku dibin sedem ji koçkirian xelkê ji herêmên xwe.
Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê rêzdar Beşar Emîn di hevpeyvînekê de…