Nameya Pîrozbahîyê

Sersala nû bi ser me de tê û em di cengeke herî dijwar de ne ji bo ku em nasnameya xwe ya mirovahî bidin xuyakirin, û rişt bin li ser parastina dara man û berdewamîyê bi lawijên hezkirin û aştîyê.
Bi Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyê, bi hemî şaxên xwe ve, xweşe ku hemî gelên cîhanê bi giştî, û gelê me yê Kurd bitaybetî bi vê helkeftê pîroz bike, û di wê hêvîyê de ye ku hevgirtineke xurtir di nav rêzên gelê Kurd de, yê têhnî aramî, tenahî, azadî û aştîyê, peyda bibe.

Dîsa bi Yekîtîyê xweşe ku pîrozbahîyê bide dayîkên şehîdan, kezebşewitîyan, sêwîyan, û hemî kesên di êş û azaran de digevizin, yên ku berê qurban bûn û niha jî qurbanên çikûsîya zikreşên li ser mirovatî û hurmeta jîyanê ne.
Û cihê şehnazîya Yekîtîyê ye jî ku hemî helbestvan, nivîskar, wêjekarên Kurd pîroz bike, û wan gur bike li ser  tûjkirina pênûs û xameyên xwe da ku bikevin şkeft û xewîşekîn êş û kovanîyan û di jêrzemîn û leqemên wê de bajûn da ku gelê xwe yê Kurd bigihînin çirûska hêvîyê, ew jî bi gotina azad a ku alîgirê aştîya dadmend û tevawer ji hemî gelên zemînê re, û berê gemîya vegerê bidin beravên welêt ji bo tovê hezkirin, têkilbûn û dilgermîyê ji nû ve biçînin.
Gelê ku silogana wî aştî û azadî be tu carî namire!
Sersala we pîroz be!
Her sal hûn di xêr û xweşîyê de bin!    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…