June 2015

Konê Reş

Îro, 07.06.2015, bi dilekî xemgîn min nûçeya koçkirina nivîskar û wergêr mamoste Ehmed Qazî bihîst.. Ez ji Qamişlo, sersaxiyên xwe ji malbata wî, ji tev gelê kurd li Rojhilat û ji tev rewşenbîrên Kurdistanê re pêşkêş dikim..
Îro, 07.06.2015, mamoste Ehmed Qazî li Mehabadê koça dawî kiriye û sibe 08.06.2015, wê termê wî bi rêûresmekî mezin bê guhestin goristana…

Naveroka hejmarê
Hejmara 37an ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek tije nivîs û berhemên curbecur e… Di hejmara 37an de, gelek nivîs û Nerîn, Werger, Lêkolîn, Hevpeyvîn, Folklor, Dîrok, Çîrok, helbest, Nüçe û Daxuyanî hene.
Di van berheman de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.

Nivîsara Destpêkê:
– Bûyerên meha Gulanê… Ebdulbaqî Huseynî
Nerîn:
– Evin pakrewanên…

Helbest bi zimanê Erebî: D. Edîb Hesen
Wergirandin : Şiyar Silêman


Ma ez te bi çi binav bikim
Gula her hêl û deveran
Xweziya min bi wê bilind-bejna te
Xweziya min bi wê pelûkirina hezkeran ji bo hêwirîna di kuncikekê ji dilê te de
Xweziya min bi wê bînfirehiya te beramber biyaniyan
Vehêse , xewke delala min, piştî barên êş û azaran

Xwezya min…

Konê Reş
Ji bo standina Vîza bûka xwe û şandina wê Elmanya, divîbû ez pêre herim Libnanê, bajarê Beyrûtê, Qunsilxaneya Elmanî. Û wiha min ev çend rojên xwe li Beyrûtê derbas kirin (18-23 gulana 2015an).
Piştî ku çûm û min karê xwe qedand, min xwest di rojên xwe yên Beyrûtê de bidim ser şopa kurdên Libnanê…

Konê Reş

Bi helkeftina ku iro 01.06.2015, (23), sal di ser koçkirina Mîrzade Rewşen Bedirxan re derbas dibe, bi min xweş e em kêlîkekê li pêvajoya jina kurd vegerin û wek nimûne navê çend jinan bînin ziman û 23 saliya mîrzade Rewşen Bedirxan bibîr bînin..
Di nîvê çerxê 20an yê pêşîn de (Hefse Xanim Neqîb), nav û…