March 24, 2015

Konê Reş

Dengê Hesekê ji bihara wê a rengîn bilindtir dibe..
Sibehên wê bi tîrêjên rokeke fedyok,
di nav reşewaran de, xwe vedişêre..
Baran, wek xwîna şehîdên wê,
Bi ser welatiyan ve dibare..
Kulîlkên sîn, spî, zer, şîrkî û pemba, sorreng dike..

Şebnem û xunava vê adara vê Biharê,Bi dilopên xwînê, mêrg û çîmenan, şil dike..Û dengê Hesekê, lihev vedigere…Ji şermiya…