January 2015

Ronî ELÎ

Berî ku destên xwe ji dilê min daweşînî
Û di riyeke Aşopî de şerpeze bibî
Pişta xwe bide vê Dara
Ku ji ahînên min şewitî

Da di sawirên xewe de
Weke şêwekarekî zîrek hewlbidim
Dîmena Mijgulên te
yên ku bi ser çavên min de dernexûn bûne
Di dilê xwe de piçespînim
Çimkî
Li paş Darê
Nîgarên ji leylanan
Pişta Miştenûr
Deşta Cûmê
Û hembêza Qamişlokê
Di giyanê min…

Piştî azadkirina devera Şengalê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û vegerana hêviyê ya ji bo xuşk û birayên Êzîdî û hewla dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ya ji bo vegerandina jiyan û aramiya li vê deverê, bi mixabinî li rêkefta 14.01.2015 taqimek bi awayeke neyasayî rabûne bi ragihandina Encûmenek bi navê Encûmena Êzîdiyên Şengalê bo…

Tengezar Marînî

Delaloka min,
ez, kî ji birîndarkirina awira te gunehbar nekim?
Çi stranê bo wî zarokî dibêjî?
Kî dê çîrokên kalo û pîrê bo te bibêje?
Li ser serê te sîber heye
dilê te mişt kovan e,

çavên min ji awira te mişt giriyê xwînê
tu li nav roniyê yî
De delaloka min,
birayê xwe li nav wî textî bilorîne,
û xwelî li serê me…

Konê Reş
Nizanim ji kengî ve ye ku min navê Cizîra Botan, Mîrê Botan û Birca Belak bihîstiye.. Ji biçûkaniyê ve, ev nav di mala me de dihatin gotin, nexasim dema ku me li çîrokên mîrekên Botan guhdarî dikir. Erê, di wî biçûkaniyê de, bi rêzgirtinek mezin, me li çîrokên mîrê Botan guhdarî dikir.. Me…

Wehîd Keleş
 

gelî gundiyan îro axa mêvanê me ye divê em bi karê pêşwaziya wî rabin

Elo wesa digot : divê em li xweştirîn cih wî deynin

û em jê re bidin xûyakirin ,hîn tu axayî , û tiştek nehatiye guhertin ,û hîn gotina te li cem me pir buhaye , û divê bizanê em…

Salih Cango

Dema Dayik Rondikên xwe
Di Landika Hêvîyan de dilorînin
Û liber bayê Payîza Welat
Xewnên xwe di dêrin û dibarînin…!

Wê çaxê Evîna te …
Di Dilê minde hişyar dibê
Û ez liber Pêlên lehiya Hêsirên Dayikan bê Serî diçim
Welatê min…
Îro ji te dûrim
Weke Çûkekî çengo kirî di Zivistaneke tarîde
Bê Hêlîn mame…!
Lê ez bûme şivanek liber…

Konê Reş
Her ku kalemêrekî me dimire, pirtûkxaneye me bi koçkirina wî re tê şewitandin. Berî dor 40 salî, dema ku mirov di sikak û kolanên Qamişlo re dimeşiya pêrgî gelek zilamên bi kum û kolos, ji Omerî, Hevêrkî, Xerzî, Bişêrî, Bûbilanî.. dihat.
Bedreddîn Dîbo yek ji wan bû. Ev wêne, di salên wî yên dawî…

Merwan Bereka
Her ku lihevkirinek di navbera tevgera siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê de tê kirin, hêviyên gel seranser geş dibin û pîrozbahî ji partî û serkirdeyên wan re têne rêkirin, ji ber ku gel tevgerê wek nûnereke siyasî û rêber ji doza kurdî re li Rojavayê Kurdistanê dibîne.Kî çi dibêje bila bêje, lê birastî…

Salih Bozan

Di van rojan de ez pir kabûsan dibînim. Yek caran di şevekê de sê çar kabûsan dibînim. Ez ê ji we re yeke yek bibêjim.
Min dî ez li çiyayê Miştenûrê dijî DAIŞ ketime çengeke dijwar. Em pênc şoreşgerbûn (Weha me bi hevdu re digot). Ez bûm, Muslim Talas bû, Hoşeng Osê bû, Can Dost…


Dilawerê Zengî
Destpêk:
Gava Şerê Cîhanê yê Yekemîn, sala 1914-an, dest pê kir û dewleta Osmanî li kêleka Almanyayê kete cengê, dîsan Kurdan bizavkirin ku sûdeyê ji Rûsyayê werbigrin û şoreşekê li dijî Osmaniyan pêk bînin, lê mixabin hewildanên kurdan bernegirtin. Imperatoriya Osmanî parvebû, ji ber ko para mezin ji erdê Kurdistanê di bin destê Osmaniyan…