December 2014

Reşad Şeref

Hebû, tunebû, demê berê şkeftek tarî û kûr. Mişkekî maldar lê dijiya, keçek rind û ciwan hebû bi navê Xecê. Ewî û jina xwe pir jê hezdikirin..çavek li dinê û yek li keça wan. Rojekê Mişko ji pîrejina xwere got: Keçê..! Mane keça me Xecê bûye ya mêra, ew bixwe gelekî rind û nazdare,…

Idrîs Hiso

Roja ala ya Kurdistanê , cejna kurdên êzidî , destpêka operasyona rêzgarkirna şengal û nûçeya kontrolkirina wî bajarî ji lay peşmerge yên kurdistanê bi amdebûn û serpirştya yekserî ya serokê herêma Kurdistan Mesûd Barzanî(20-12-2014), bûn navnîşana rojên kurdistanê yên bûrî.
Helbet rêzgarkirina Şengal û qehremaniya hêzên pêşmerge û cengawerên çiyayê şengalê û şervanên kurd ji…

Kerîma Reşko

Nizanim çima
Bi dûrbûna te Cano
Ez tenê diêim
Ez bi tena xwe mame

Bi dûrbûna te
Ez her kèlîkê dimrim
Axaftin min diwestîne
Bèdengî bûye rengê min
Ez bûm ya bêdeng
Ji min re dijmin bû
Bi dûrbûna te
Çima Bêrîkirin ji min tenê re ye
Bèrîkirinê ez hilandim
Cano
Bi dûrbûna te
Min xwe ji…

Salar Salih

Jiber ku Hesekê bajarek pir reng e, ew bi pêwîstî parastina hevjiyana aştiyane ye, pêkhatiyên têvel ji netew û ol û tîreyên cuda lê dijîn, li Hesekê Kurd û Ereb û Suryan û Aşûr û Kildan û Turkman û Ermen û Mislman û Xiristiyan û Êzîdî û Sunna û Şî`a ji mêj ve bi…

Konê Reş

Ev beşekî din î kurt e ji semînera min di roja Ala Kurdistanê de. Ev beş taybete bi helbestên pêşî yên ku di pesnê wê de hatine nivîsandin û belavkirin:
1 – Mîr Celadet Bedirxan, sala 1932an: Alê Kurdan di nav rok Çi bedew û bi heybetBi çar reng î, rengê teÇi delal û çi…

Di çarçoveya kampanyaya ku Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK dabû destpêkirin de, 400 montên zarokan (Cilên zarokan) hatin kirîn.
Ev tevkariya bi zarokên Kobanî re ji alî rêveberên HRRK-Bakur Mizgîn Tahir, Munîr Şêxê û Rizoyê Xerzî ve gihan zarokên Kobanî yên ji ber zilma terorîstên DAIŞ ê cih û warên xwe terk kirine û li Pirsûsê…

Tengezar Marînî

Mirin, werçep e, kolanan li xwe dialîne
Di kîjan çavî de, tu diyar dibî?
Guhpêl dikim, dengê gavên te dinasim
Tu, li vir î, wek hebûna min

Rêçek ne bo nebûniyan e
Zemîn çêlîka asîman e
Mirin rastî ye..
Rêka xwe winda nake
Rastî rêga ye
Mirin û ez
Mir-ez

Zeredeşt muhemed

Ezê dil ji ter bikim çir
Ronî bikim şahiya te
ji çavan hêsra diyarkim
Ristek ji bo gerdena te
ji romeka rojê bi çinim
Bazinek ji bo destê te
Şeyda û dilbetê teme
Mirin û jiyan ji bo te

***
Ezê can ji ter bikim gorî
Da bê xembe jiyana te
Ji şevên reş bi …

Helbest îlham e, an cefa ye?
Ji Efletûn de bigir û heya vê serdema me, gelek helbestvan û rexnegir û ramanbîr bi vê pirsê mijûl bûn, hemiyan jî ew kêlîka ku helbest tê de rû dide, dipelandin, bersivên cuda cuda derketin holê, û her tim berî her tiştî li derdora îlhamê geriyan, û nikarîbûn rola wê…

Ronî ELÎ

Hey Şajina koşkê evînê
Nameyên Nêrgizan
Di kevanê dilê min de
Çilmisîn û diçilmisin

Û hîn jî
Te daniştoka ahînên min
Bi cî nehişt
Da li ser lêvên hêviyan
Xunava Omîdan bireşînî

Hey Şajina xemla sawiran
Dilopên Barana xewnên min
Di Evsaneyên evîna te de
Ziwa bûn
Û hîn jî
Buxça dilê te
Pêşwaziya tiktika hastên lerizî
Nekir
Û nejî derî lê vekir

Hey Şajina dengvedana Jiyanê
Lavlavên Pepûlekan
Agriê Serkutkirina baskên…