September 26, 2014

Konê Reş



Ezbenî! Va careke din payîz bi xezeba
xwe li me vegeriya..

Deşta Sirûcê, di nav toz û ecacoka
xwe de winda kir..

Bi hezaran welatî, mîna tûmên
kelemperê,

li ber bayê wê xindirîn û berê xwe
dane zozana..

Xelkên Kobanî bi tev êlên Berazan ve,
mina darên çinarê,

Hatin hejandin û şaxên gelek daran hatin
şikandin,

Lê ew darên çinarê razî nebûn warê…