September 22, 2014

Konê Reş

Ezbenî!

Ez dikarim li heyam gudarî bikim;

Bê çawa bi ser navê me ve vedibe,

Bê derd, kul û xem dibihure..!

Çiyako li me ne fitile!

Em wek şikêrên keviran e

Di quntarê te de.

Ezbenî!

Min bîr ne dibir ku,

Çiyayê Şengalê, Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê

Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc

Di hewşa mala min de radizên..

Şengal, Qamişlo, Amûdê, Dêrikê,…

Mihemed
Hesko (Birasoz)


Bi hemî..

bilindî ya
çiyayên nezanî yê,

ên ku di mijî yê we de mexelîn e

Û ji gevez a
liser qirêja salan têrbûn e!

Nikarin
cogehek e tirsê,

Di newalê
dilê min de, bi herikîn in!?

Bi hemî..

girên ezîtî
yê,

ên ku di dilê
we de,

Ku bi şewat a
agirê dexsî yê avis bûn e!

nikar in
çirûskek ê ji hestên min vemrîn in!?

Bi hemî..

Bager, bahoz û babilîskên

Ku…