June 2, 2014

Ronî ELÎ

Kûde diçim
Pêjna te bi min re mêvane
Bêyî ku min
Tu ji ahenga nalînan re

Vexwendibî
Kûde bardikim
Tayek ji guliyên te
Di buxçeya Nanê tisî de
Dibe mazûban
Bi çi dengî dilorînim
Dengvedana gewriya te
Di guhên min de
Awaza pêşwaziyê dilîlîne

Kûde diçim
Li benda tîrêjên Çavên te
Dil di rawestanê de disojim
Tevî dizanim
Ku di kuzota awirên te de
Wê kenê li ser lêvan
Bimiçiqe
Perikên xalxaloka bendewariyê
Kedî bibin
Lê…

Salar Salih

Gaveke balkêş e ji bal Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya ku roja 6/6/2014 wek roja çîroka kurdî destnîşan kiriye û dê yekemîn mehrecana çîroka kurdî di wê rojê de destpêbike, ji çaxa ku min dest bi nivîsîna çîrokê kir pirsek giring min ji xwe dikir , çima çîroka kurdî tê paşguhkirin û çima mehrecanek…

Di 1ê pûşbera 2014an de li Amedê, li bin navê Konferansa Şêx Maşûqê Xeznewî, konferansa damezirandina şaxê HRRK li Turkyayê û Bakur hate lidarxistin.
Ev konferans wek serencama biryarn Kongireya 4ê ya HRRK ya ku di 25/01/2014 li BILEFELDa Elmanyayê hatibû lidarxistin û bi şêwazeke rêbazane û balkêş giha armancên xwe yên bingehîn.
Di konferansê de bi…

wehîd keleeş

ve Silo hat civatê :
– bê deng bimînin , li wî guhdarbikin ka dê çi bêje ?

Silo nêzîkbû , û sola xwe ji lingê xwe danî , û silavkir û li ser dikê koçkê rûnişt , balgihek kir di hemêza xwe de , û dest bi axavtinê kir û got :
– gelî gundiya , kî…