May 19, 2014

Nizar Yosif

Vê demê
Stiranên me ji ritim di kevin
Bi nalînên zirneyê re
ewrav û ronî di şehitin
Dawtkerî di coşa xuhdanê de vedipekin
Yên mûzîkzan ji hevketinê
di revin

Amûretan di geravê de di hêlin
ji hêz di Kevin
Ronî di nixume
siha amancê bar dike
di rêya kevnar de stêr di rijin
Kinarên vê meydanê dilop dikin
Pîroziya vebiriqandinê hêmin dibe
di çavên…

Konê Reş

Gulanê!
Ev çi ewrê reş e,
Tu di ser asmanê bajarê min re
Dibî û tînî?!
Çima tu dêmê xwe ji xelkên bajarê min Qamişlo
Diguherînî..?!

Nakokî, dubendî û berberiyê
Di nav xelkên min de
Gur, bilind û sor dikî..?!
Gulanê!
Tu heyva gul, kulîlk û çîçeka ye..
Heyva çûk, çivîk û şalûla ye..
Heyva aramî, tenahî û evînê ye..
Gulanê!
Bela kes…