September 13, 2013

Konê Reş

Were payîzê were..
Were û sapê temenê min
Li ser bênderên Doda
Bidêre û ber ba bike..

Li şopa pêyên min di sikak û
Kolanê Qamişlokê de
Bigere û bişopîne..
Were û çîroka Kepezê Kîkan û
Kewkebê Millan ji nifîê nûhatî re
Bibêje û bibilîne..

Were payîzê û
Qirş û Qalan
Ji nav me bicivîne..
pêdiviya me
Bi wan nîne..
Were.. Çendî bayê te gur be
Nikare…

Salih Bozan

Di şeveke pûk û bahoz de
Bavê min nêmika xwe berda
hundirê diya min
Li hespa xwe ya boz siwar bû
û bêveger çû.

*
Digotin berî ku bi şoreşa Agirî
gihîje ji paş ve hat kuştin.
*
Diya min bi sanciyekê ket
Ji nişkave qiriya
Dengê xwe li pişta şevê siwar kir
Li pey hilma bavê min seranser rastkir
Û ez hatim vê…