July 2, 2013

Salih Bozan
Ji bo şehîdên Amûdê

Li dawiya şevê…
Yara min ji şoreşa şkestî vedigeriya
Navê şehîdan di tûrê wê de bûn
Nêrînên wê li peravên gazincan
dimeşiyan
Û vedenga nefesa wê
li deriyê dilê min dixist.

*

Yara min digot:
Çendîn bihna xiniziyê genîye
Fêde dimirin..
Û bazirganê laşê şehîdan serok in.

*

Giriyekî zengiloka wê diqoqiland
Çav bi cengan mişt bûbûn
Karwanê peyvan
li ser…

Zahid Mehmûd

Va te pertew perûkirî
Ber bi sewgir ve dibirî
Giyan û dil nû şadkiri
Kêşa rewa bi rêve birî

Bendewarê dîtna te me
Nexşe war te diyar kirî
Şevbuwêrka min qediya
ring û şewqa xwe hilkişî
Hêvî û raman û moral
Tev geriyan dê tu werî
Nevşe û sitiran va xweşdibin
Pişt dane xewnê lerizî
Perûka min deng vedaye
Va çirawîska rêdikî
Bendera nav cawîdane
keştiya…