June 2013

Mehmûd Biro

Divan çend rojên derbasbûyî de, û liser xwesteka welatê Rûsya, şandek ku pêkhatìye ji pênc kesan wek desteya bilind ber bi welatê Rûsya ve birêket.
Di rûniştinên xwede ligel berpirsên Rûsya ,hin xal ji alîyê desteya bilind ve hatin zelalkirin û hatin weşandin di medyaya kurdî de, liser malperên internêtê.
Jiwan xalan, kû heta îro…

Lewend Dalînî

Piştî guftûgoyeke giran di navbera wî û hinek dost û hevalên wî de, li ser rewşa welat û Kurdan; û ne li hevkirina rêxistinên siyasî û ne razîbûna gel û tevgerên sivîl, rewşenbîr û welatparêz, ji rê û tevdîrên wan di vê dema ku welat berê xwe dide rewşeke ne zelal û bi…

lazgîn dêrûnî

Parçebûna Kurdistanê di navbera çar dewletan de, û her dewletek ji wan kû zimanê wê cudaye ji ya din (Erebî ,Turkî,Farisî)bandoreke mezin li zimanê kurdî kiribû ji ber kû xwendin û nivîsandin bi zimanê kurdî qedexebû , kesê kurd ne bi xweşya xwe fêrî zimanê dewleta kû ew kontirol dikir û pê xwendina…

Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Adarokên welatê me di agirxaneya vajîheviyê de dilerizîn û xema nenasiyê ji derdorên xwe dûr dikirin, ji nişkave bêje û peyvên te mîna şepola hêrzan û coşeyan li ser sewda û ramanan de herikîn û mizgîniya vaçek nû di axaftina kurdan de afirandin

Axaftinek bê bend û bendik, bê lixab û hevsar. Wisa weko me…

Girkê legê / welatê me – şemî /1/6/2013 : bi helkefta bûrîna 8 salan li ser pakrewaniya kesayetê ayînê yê kurd ê navdar şêx maşûqê xiznewî û li hola barzaniyê nemir ya bi ser partiya yekîtî ya kurd li sûriyê simînarek bo vejandina wê boneyê ji layê birêz heval bavê ebdo ve hat pêşkêşkirin ;…

Konê Reş


Îro (01, 06, 2013)an de 21 sal di ser koçkirina emîre Rewşen Bedirxan re derbas be.
Rewşen Xanim tekane jine ji malbata Mîr Bedirxanê Botî mabû sax û naskir di nav gel kurd de.
Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî.

Ew kebaniya Mîr…

Rêwî girpirî

Keser ji ezmûna dil di herikin
Wek tîpên winda li ser rûpela azadiyê
Dil ji kakila xwe di revê
Penaber di bê

Ewjî zabûna ahînek nû ye
Rêwî bûna hejariya koçberiyê ye
Hawar lo rêwiyo ev çi rê ne di dîroka tede
Riyê zirav û dirêj
Wek marekî reş bi sitrih
Di hinavê tede volkanek heye
Welatek heye
Û çar keser hene
Her keserek bi…

Konê Reş

Bi hebûnê gerdûnê re
Reng hene
Tev ji keskesorê hatine der
Spî û reş
Kesik û sor
Şîn û zer ..Û
Di nav wan de şer e
Tev şerê rengê spî dikin.

Tev hewildidin ku
Rengê spî bi lewitînin..
Tev razî nabin ku
Rengê spî ,
Spî bimîn e.