April 2013

Xûrşîd Xelîl

Ne payeyê kesîme ne hemo û ne alo
Nabim xûlamê kesî ne silo û ne oso

Ne jî çep û ne jî rast tû carî nabim peye
Bi xwendin û bi zanîn dibim paşa û keye

Dibim dostê mirovê her kesê kû aştî xwaz
Li ser xakê mîna şêr li azmana teyê baz

Welatê xwe rizgarkin ji devê gûr û…

Wergêr û romanivîs Jan Dost beşdarî konferanseke navnetewî ya wergerê li Abû Dabî dibe ku komeke bijarte ji wergêrên ereb û yên ne ereb beşdarê dibin. Ev konferansa duyemîn e ku „Projeya KELIME ya wergerê“ li Abû Dabî li dar dixîne ku îsal di bin navê „bihêzkirina wergêran“ tê lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku Jan…

Heyder Omer

Wêjeya gel (folklor) gencîneya çanda milet e, bi ser gelek cûreyan de parvedibe, wek kulam, dastan, çîrok, serpêhatî, tiştonek, metelok û pend.
Mijara vê gotarê pendek e, min ji nav pendên kurdî vebjart, ji ber ku naveroka wê li gel bûyerên îro, ku gelê me li Sûriyê di navenda wan de ye, têkildar e,…

Alan pîr mem

Xeber û sêfil û lane ewin ey kûjerên gelê sûrî ,ko win nasbikin bê rojê çend rewan û redûn têne girtin ,têne kuştin ,ko win nasbikin bê çend zarok û mindal têne kuştin ,aware dibin ,sêwî dibin , bê war û xelk û xizm û cî dibin her gav û her roj ,…

Zahid Mehmûd

Eva çendin
ger û çerxin
vedana dengê
te maye

Eva çi
rûpelê canin
ber çavê
hemiya rûdane
Eva çi
şopê kevnarin
ser. me tim
te hildaye
Eva çendîn
bextewarin
kesê bi navê
te xuyane
Eva çi
helbest û xamin
liyana dil
bi te dane
Eva çi
bazin û lalin
bi ser…

Mihemedê Seyid Husên

Nadim mandelê ku kurdim û ji rojhilata naverastim, hîç tu arîşe û sedeman nabînim ku hez ji welatê xwe nekim, ne jî tiştekî cîgirtiye ku gilî û gazinan jê bikim, çiku revendiyê îro agir li daristanê gurtir kiriye, quretî û kelevajiyên rij û kelê tucar birînê derman nakin, herweku ne li…

Konê Reş

Ho bajarê Qamişlo.. Xelkên Qamişlo.. Bihara Qamişlo.. Azadiya Qamişlo..! Sibe 22ê nîsanê ye, cejna rojnamegeriya Kurdî ye.. 115 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN)e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye..
Bajarê Qamişlo! Were em di vê azadiyê de silavê li giyanê wan pêşengan bikin, ewên ku bingeh danîn û ev roj nedîtin…..

Berî 115 salan, mina vê roja pîroz, 22ê meha Nîsana 1898an, di dîroka gelê me yê Kurd a nûjen de, yekemîn car, Miqdad Midhetê Bedirxan, layê Mîrê Botanê, rojnameye keduheftane bi navê“KURDISTAN”, zimanê Kurdî û tîpên Erebî li paytexta Misrê weşandiye.
Bi deranîna vê rojnameyê, mîrê me yê gewre, xwestiye ji hemû gelên cîhanê re…

Xuşk û birayên hêja!
Di 22 nîsana her salê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, çimkî ev seberat (munasebe)bûye weke rojeke çandeyî li nik wan.
Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînin bîra xwe û li ser rewşa wê radiwestin, bê çawa hêja Medhet Alî Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an de…

Ehmed mustefa

“Rojnamegerî bingehake herî xorte ji bo avakirina lengerên şaristanî û avabûnê” …….. …… N. Ponepert. Rojnamegerî nêrîn û ramana gel e, daxwaz pêdivî û armancên netewî diyar dike û dide xuyan.

Sed û Yazda salan berê, di rewşa neçariyê de, li Misirê “Qahîre” şahsîwarê peyvê, mîrê gewre Midhat Bedirxan dest davêje pênûsa xwe…