November 2012

Keça delal! Evê nameya apê xwe, li ber serê bavê xwe bixwîne…

Arşevé Oskan!

Bazê helbestê …Oxira xêrê be …
Min dixwest ez bihna xwe fireh bikim û guhdarî te bikim… Lê xuya ye ji çemê xembariyê em bi hêsanî dernakevin…

Hevalo! Em miletekî béwijdan, sextekar ü derewçîn in…!
Tu zanî çi qas em dijminên hev in, ji hev hez nakin…!
Di…

Êş û xemgîniyeke zor dilê me girt, dema me saloxa koçbûna hevalê xwe yê helbestvan Arşevê Oskan bihîst.
Arşevê Oskan helbestvan û nivîskarê kurd ku bêtirî ji bîst salan ve kêferatek tal û tund dikir bi mirinê re, rû li rû li hember nexweşiya pençeşêrê ya kor û bê dil, lê hevalê me Arşevê Oskan ligorî…

Mihemedê Seyid Husên

Jana peyamê hingavtime
xemgîniya kêferatê bi kula
penceşêrê re dagîrkirime
li gel koça Arşevê Oskan

ji kovanên dil azirîme
xuricîna lixêvên newaziyên
coşdar li min sincirîne
yadîgarên şahlewendî
pelmarî hestên min bûne
kenyana rûdêmê li hevhatî
tucar jibîr nakim
behremendiya afirandinê
bi stêrkan re pevçiniye
berê xwe ji heyvê guhertiye
çima ku para wî
li evîna qedexe xistiye
çima ku li…

Malbat û dostên helbestvan û nivîskar Arşevê Oskan bi dilekî xemgîn nûçeya wefata wî radighînin. Arşevê ku di roja yekşemê 25.11.2012an de li Hamburg-Elmanya, piştî kêferatek dirêj bi nexweşiyê re, çûbû ser dilovaniya xwedê.
Behiya nemir dê di rojên şemî û yekşemê, 01-02/12/2012an de li Bremen-Elmanya, katjimêr 12.00-22.00, li ser navnîşana li jêr li dar keve:
Komela…

Ehmed mustefa

Ew ne xeyal bû
Ew helbestvan bû
Ew ne xeyal bû
Ew rewşan bîr bû
Ew ne serok û ne pedîşah bû

Ew roman nivîs bû
Ew ne xeyal bû
Ew xwedan dîrok û ziman bû
Ew ne xeyal bû
Ew Arşav OSKAN bû
xwedanê pênûseke ronek bû
Ew ne xeyal bû
Dildarê zimanê xwe bû
roj.ava2011@gmail.com

Birasozê Sirûcî

Bi pênûsa xwînê,
bi peyvek lal ji derya jînê,
te hûnand awaza nervînê:
“Ez yê te me tu ya min î ,
Ta mirinê…”

Ji lêlava lêvên gezok,
li ser pêla liva dilê te,
ez mam û mam…
ji pelên şewitî ji efsana min û periyê,
helbest ma bê navnîşan…
Peyal ma vala ji meyê…

Û Kevoka spî di sînga te de, venişt…
lê hembêza te
,her…

Berî şeş mehan çapa yekem ji romana Martînê Bextewer derket. Martînê Bextewer çaremîn romana Jan Dost e ku heta nuha ji berhemên wî Mijabad (2çap/Belkî 2004 -Avesta2012), 3Gav û 3darek (2çap/Avesta 2007/2012) Mîrname (2çap/Avesta 2008-2012) jî belav bûbûn û ji alî xwendevanê kurmaancî ve cihê pêşwaziyeke germ bûn. Di gel ku di medyayê de…

M.Emîm Sadûn

Piştî dûrbûnekê Ji meydana siyasî, ku çend salan vekêşa , bê hêvîtiyê Nekarî xwe di dil û canê Wî de bi cih bikê,ji ber dizanî dema bê hêvîtî reh û şaxên xwe berdidin di dil û canê Mirovî de buhara dil diçilmisê û dibê Kaniya kul û xeman ,û pê re dimerçiqê ,rêç…

Çima Kovara “Dîwar”?
Her weşaneke, berî dest bi weşanê bike, pirsa “Çima em dertên?” divê ji xwe bike. Yê me jî bersiva “Çima Kovara Dîwar?” wisa ye:
Li seranserê cîhanê, kovarên bi kurdî yên çandî û wêjeyî, kovarên ku bi mijarên çandî yên aktuel mijûlin, pêre jî nimûneyên baş ên ji çîrok û helbestên kurdî biweşînin,…

Eziz Xemcivin

Yê ko li dûv wê bû,
bi kurdî
di hejmariyê de nezan bû…

Yê ko li dûv wê bû,
bi erebî
di kîymya de nezan bû…

Dema hejmarî û kîmya tevlihev bûn,
di goşeya înanê de li qelevîskan rûnişt…

15.11.12
Eziz Xemcivin
………………….
Hejmarî: Hejmartin (Bîrkarî)
Qelevîsk: Qerevîsk: Rüniştina li ser lingan bé ko paşiya mirov bigihé xaké(erdé).
……………….
رأس العين

من كان وراءها بالكردية كان جاهلا بالحساب
من كان…