July 27, 2012

Beyar Robarî

Saljîn, ne sal û malin
Nejî euro û dolarin
Û gerden û guharin
Jiyan, du dilop avin
Xerbî û xunavin
Giyanê, du evîndarin
Jiyan, gul û narin
Dost û heval, mûm û buharin

Saljîn, ne sal û malin
Nejî dar û hevparin
An rez û sewalin
Û ne koma zêr û zarin
Jiyan, du giyan û canin
Û demên xweş…