March 14, 2012

Evîn Şikakî

Ka ji min re bêje…
tu bi qedrê xwedê kî…
xwedayê di dilê te de dijî…
çawa xwe fêrî hatinên poşmaniyê bikim ?

çawe ev kewên li ser dilê min difrin
fêrî melevaniyê bikim ?
çawe lehiyê fêrî sebir û hedanê bikim ?
ka bêje min ?
ez xatir xwestina te bi kîjan pînosê binvîsînim?
li ser çi rûpelê xêz bikim?
mane…

Arşevê Oskan

Salê carekê em û adar pêrgî hev dibin. Geh em hev himêz dikin û evîna dilê xwe bi hev re par ve dikin û buharê li hev pîroz dikin û geh jî em gazinan ji durûtiya wê dikin. Ev adara ku ji kurdan re wekî sersala nû, wekî dosta dîrokî û vejîn û…

Nisrîn Ehmed

Ev sibeh, ne ji rêzê ye.
Cav, ne evêndarên xewê ne.
Evînî ji gundê me dibare.
xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine.

Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne.
Keştî, ber bi peravên buhiştan ve diçin.
Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.
xwe disperim siya nêrgizên hewşê.
Nû, cavên xwe ji adarê re vekirne.
bihna wan, bedewiya wan, dêmê te…