March 4, 2012

Ebdulsemed Mehmûd

Êvare ji dekşûrîXuleke bê dengîXwe li kenarêGulîzeran pêçaSîtavên avdarêLi bejna çîçekan digerin

Hermela çilwêranDi berqefa şanîdarê deRewake daxistinWaxxxxx ev çi şap bû ?Xwen li ber xwe wêran kirin
Şevekê zingilekî çav bêçar kirinDema heyvê valahiyek pêçaStêrk qamişlokîDi jiyana duyem de xwe avakirBelê sozek nedaIşev civate ?AdareRojnemevaniyeWaxxxxxx ev çi şap bû ?Xwe li bejna me girêda
Li dekşûrî…

Nizar Yosif

Sehên kedî war lekandin
Çavkanî vebûn
Cuh herikîn
Gurên têhn dev dane ber quletênan
Gewdeyan di mijin
Tihin naşikê

Cadeyan di alêsin
Di noşin ava jiyanê
Sermestên xwîna mirovan
Tim birçiyê goştê terin
Rehetiya çavên kujêran
Gorîdane,,,,
Komkujiye ,,,,,
Kevilkirine,,,,
Dil kevirin!
Axê xwîn mêt
Dilovanî hat sotandin
Kêrdestan şahî gerandin
Bextewarin ,,,,
Dilehîzin,,,,
Bi wan dîdaran şa dibin.

Bi hezaran pakrewanên sibehê ne
Pêjna aza ji şûna dewsa lingan tê
Bihna…

(Qamişlo- dekşûriye – welatê me) Iroj yekşem 4.3.2012 li Gundê Dekşûriyê, salvegera duwemin ya koçkirina rewşenbîr, zimanzan û lêkolînerê kurd Rezoyê osê hat bibîranîn.
birek ji rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, heval û kesûkarên wî li ser gora wî amade bûn, gurzên gulan li ser gora wî danîn û destpêka qurana pîroz xwendin, paşî bi nerîn, helbest, û…

Zagrosê Haco

Sibe 4.3.2012 du sal di ser koçbûna mirovê hêja, dostê dilsoz û nivîskarê resen Rezoyê Osê re derbasdibin. Bi bîranîna Rezo re, bi windakirina newext, ya mirovekî xisletzêrîn re gelek hestên xemgîn serê xwe bilind dikin, lê dema navê Rezo li cihekî, di civatekê de derbas dibe, bi baran nimûne û serpêhatiyên tijî hezkirin…

Berzo Mehmûd

Rezo yek ji wan kesên ku temenekî nehindik (ji sih salî pirtir) di karê Kurdîniyê de derbas kir, hem di warê nivîsîna bi zimanê Kurdî, hem jî di warê partîzanî de, ji bilî ku yek ji endamên damezrêner bû di avakirina komela Kawa ya rewşenbîrî bû, re komela bo vejandin û çapkirina pirtûk…