February 6, 2012

Demhat Dêrikî
demhatderiki@hotmail.com

Kongreya Nîştimanî ya Kurdên Rojava piştî çendî caran hate paşve avêtin, li dar ket û bi dawî bû. Gelo Kongreyê bi serkeftin û encamên baş kar û xebatên xwe bi dawî kir? Her tişt (Amedekarî, plan, bername..) bi rêk û pêk bûn? Kêmasî û şaşitî nebûn, piştguhkirin nebû? Bê guman hebûn û…

Arşevê Oskan

Şoreşa Sûriyê û kurdên Rojava:

Ji roja ku şoreşê li Sûriyê dest pê kiriye, em kurd li doza xwe û li karê ku em divê bikin şaş mane. Sedemên vê yekê jî ku rojek wek îro di serê me re derbas nebûbû. Dema ku civîna oposisyonê li Istenbolê civiya gelek kesan ji me gotin;…

Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Di xewa şêrîn de razayî bî pirpirîka xewnan ramûsanek
li ser eniya wê neqişand, û çend peyvên zelal pêre.
Bi kêf hişyar dibe, tiliyên xwe bi lêvan ve tîne û ramûsanên serxweş jêre dişîne.

Pirpirîk çengan li hev dixe û nîşan dide kû ew li pey firdana wê biçe.
Diçe, diçe, û çi dibîne!? Çavên wê…

D . Alan kîkanî

Bihar nedît
Hilm nekir beybûn
Nêrgiz bêhn nekir
Ne te û ne min

Pîroz nekir şev
Hemêz nekir hev
Maç nekir dev
Ne te û ne min

Dil bi ronahiya rojê şah nekir
Can bi evînê jiyan nekir
Çav bi çav kil nekir
Dev bi lêv hingiv nekir
Ne te û ne jî min

Ji sed û yek hesret
û hezar yek kul
Dil…