December 28, 2011

Dr. Ebdilmecît Şêxo

Wek me berê jî di gotarekê de nivisî bû ku kongira me ya niştimanî di (26-27) .10.2011 ê de biryarek payebilind dermafê gelê Kurd de li Sûriyê istandi bû; (Mafê çarenûsî ji gelê Kurd re li Sûriyê di çarçewa welêt de heye ).
Bê guman kongire di vê baweriyê de jî ku…

Mişel Osman
( bavê Nisrîn )

Diyarî:
mamoste Mehmûd Sebrî

Gava rondik
di çavên mêrxasan de
diçrisin
tu tê bîra min
dayê

Kelogirî dibim.
Ava hêlê
Tê bîra min
Piştiyên pûş
Nanê tenûrê
Kilora pevçûnê
Bo dismalê
Çendî caran
Agirê tifikê gûr dibû
Çi bêjim
Dayê
Çi nebêjim
Li ser wî qelaçî
Kereng û pîvong
Berdana bîstana terhikên
di bin kulînê de
Jiyana
di nêv ebriwên bavê min de
windayî
Bi hezaran pirs û raz…

Mihemedê Seyid Husên

Dema ku mirov xoşewîstekî ber dilê xwe wenda dike, jana berbatê ya kulneder mîna pîzotên êgir di kûraya giyanê hezkeran de dixebitin, dema ku rêjîma malbatê Sûriya ji zêdeyî 40 salî ve li hemwelatiyan kiriye Giwantanamo, ango bi taybetî çiftikeke çandinî û avdêranê bo xwe saman kiriye, mîna golikê feq…

Di kongirê xwe yê dawî de Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê sekretêrek nû hilbijart. Li gor agahiyên malpera KurdWatchê parêzer û çalakvanê mafê mirovan Mistefa Oso bû sekretêrê nû. Sekretêrê berê Xeyridîn Murad dimîne endamê komîteya navendî ya partiyê. Mistefa Oso serokê Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyê…