August 20, 2011

Mehmûd Badilî

bi çavekî şil
kulîlkên destê we
li peravê rewanê xwe av didim
û bi dilekî kul

şemalên dengê we
li kolanên xewnxur vêdixim
û bê pişt û mil
bargiraniyên xewnên we
li ser maseya sipîdeyê rêdixim.
va ez li nav we me
û di nav we de
zendên xwe ji we re dikim rê
û ji azadiyê re jehên nû li ser çê dikim.

Arjen Arî

Gelo, serdema ku nivîskar û rewşenbîrén qewmé jérdest, én ku waré wan parî parî, axa wan bi postalén reş û paletén tenqén* rûhebeş her bihust wekî qajik té cûtin; daqulî qevirekî bibin û di dagirkerén xwe werbikin, li paş ma?
Wan rojén ku zarokén keviravéj ji ber téwerkirina kevirekî di siwareya polisan, ji héla…

Diyarî bo siyasî û rewşenbîrên Kurd. Ev helbest bi awakî galtebêj hatiye hûnandin, bi hêvî me hûn, herdû alî, dilê xwe negirin.

Beyar Umer

I
Yaho, yaho, ev kî ne?!!
Yek saxlem e, sê kurmî ne.
Do bêbext in, çar kovî ne,
Partîzanên kurdewarî ne.

Yaho, yaho, ev kî ne?
Yazde partiyên kurdî ne,
Partiyên kurdê Sûrî ne,
Ne yazde ne, sed serî ne.

Yaho…