July 22, 2011

Yasîn Hisên
Amûdê

Erê…Erê…Qamişlokê
Qamişloka rengîn…ûzanegîn
Tu beşekî biçûk bû ji mezin ji giyanê min…
Peymanên teres…yeko yeko hatine rêsandin
Da te bikin bûka min î bi tenê…
Tu dizanî ku nisêbîn bi têlên xweyî rêsayê bi ser te digiriya…
Tu dizanî ko hilma evêna Memê ji Dêrikê tê…
Dibe ko me li ber xwe bibe ha…

Amûd…tew…tew Amûdê..
Xuşka Amed û Amediyê…
Mîna mendalekî xwe Mêrdînê…