May 2011

Bedran Hebîb Ehmed
badranhabeeb@yahoo.com

Navgînên ragihandina bêalî, rê nînin bigihin Sûriye ta dîmeneke rast ya wan bûyerên rojane li wî welatî rû didin veguhêzin. Tenê çend dîmenên kêm û kurt bi rêya înternetê hene, her çend ew bes in bo venasîna wê rejîma ku 40 sal e bûye bar û kamûsek bi ser sînga gel…

Qado Şêrîn

Şoreşa Sûriyê ji 15ê adarê ve berdewam e. Rojên înan, piştî nimêja înan gel ji rojên din bêtir dadikeve kolanan. Heftane çalakvan û xwepêşanderên şoreşa Sûriyê navekî li roja înê û wê hefteyê dikin, vê carê, vê hefteyê navê ‘’Îna Azadî’ lê kiribûn.Li seranserî 40 salî rêjîma Sûriyê xelkên Sûriyê dabûn famkirin ku…

Xelîl kalo

Îro bi îna azadiyê, bizava xortan wê ji heftiya dehan /10/ yên xwepêşandanên azadiyê derbasbibe yeke paştir ku li herêmên kurdan têne li darxistin , her bijî û sed car herbijî digel bizava giştiya gelên sûrî bi hemû neteweyên xweve , ku ew bizav wê xwe ber heftiyên werên de berhemên…

Îro kasayetekî welatparêz Abdilselam Osman bavê hunermend Ronî û Dilo Doxan û birayê şehîdê Hunermend Xebat Osman di18.05.2011 an de katjimêr 15:00 li bajarê Tirbespiyê çû ser dilovaniya xwe, Abdilselam bavê Ronî bi dehên salan bi erkên xwe wek welatparêzekî Kurd rabuye û dilê xwe kiriye hêlîna şoreşgerên welatê rojê.
Bavê Ronî di dawiya salên heftêyî de…

Bêwar Girpirî

Ji bo hemû miletan
Ji bo azadiya gelan
Bakin, bakin azadî
Serxwebûn û serfirazî
Sed saliya bîst û yek
Bi xwer anî dîmokrasî
Şahî û şînî

Serok û serwer û padîşah
Kuştin bi sed û hezaran
Xwîn rijan din van neyaran
Dibstan bûne zindan
Nexweşxane bûne warê kuştevanan
U milet, milet rabûn li ser pê
Sînga xwe dane ber gule û bumba
Natirsin ev ji wan
Lê ew bûne…

Lewend Dalînî

Leylan

Leylan diAsoyê de
SînorêXweybêsînor!
Windadikir!
Ûpeyalalêgerînokeke
Kûr ûbêdawî
Dinûşt.

Rengênwênêtevlîhevdibû
Û gav bi gav
taristanê
Xwe li sawîrêbejnawî
Di pêça!.

Tîbûnek di gerînokapêlan de
Şaxênxweberdidan
Û pelênxwereş ûzîvarzîvarî
Dikir.

Asojileylanêhêdîhêdî
dûrdibû, ûcudabû!
Pênûs li serpelandiçilmisî!
Û ziwadibû!
Gerînokwestiya!
Asozelalbû, û
Mir!?..

Helbestek, Lorînek

JikeziyênKeçeke Kurd
Min werîsekçêkir!
Ewwerîs min kirehêlanek!
Û helbestekexweybirîndar,
Min têdedanî…..

Destêdayikekê
Hêlan di hejand
Û pêre bi melûlîjî,
Di lorand…

DendêgullaTifengekêdihat!?….

Hest û hêvîyênhelbestê bi dengêgullê re,
Zîz û mat man!?….

Destêdayikêsistbû..
Ketexwar,
Û nemalivî!?

Hêlanjîhêdîhêdî; rawestiya,
Û nemalivî!!..

Helbestaxemgîn û brîndarjixew
Hilçenî û şiyarbû…
Û dest bi girîkir

Çardemsal

Dilê Min jî,
WekerengênçavêTe
Dibûne
Çardemsal

Demsalekgermîn
Yekpelweşîn
Demsaleksar
Ûyaçaremînjî
Bûhar…

Konê Reş

Doh (15.05.‏2011), bi helkeftina Roja Zimanê Kurdî birrek ji rewşenbîrên kurd di gel berpirsên kovara Gelawêj, Pirs û Gulistan, vejandina vê rojê li bajarê Qamişlo pêk anîn. Di destpêkê de, li dor vê rojê axifîm, giringiya vê rojê min anî ziman û çima ev roj bi navê Roja Zimanê Kurdî bi nav bûye, şirove…

Ezîz Xemcivîn

Helwesteke gul bû!
Helwesteke gulle bû!
Doh tu pîj bû yî
Îro tu mij bû yî!

Xêr e ezbenî,
Çend rûyên te hene?
Ma tu kelemperî,
bayê berjewendiyê,
te bi kû ve dibî?
Ji înê heta bi înê,
geh spîkî û geh zerdikî…
Ma tu hêka dîkil î,
li ser benê birînê rawestiyayî?

14.05.2011

Amedekirin û danhev:
Abdussemed Mehmûd ( Bavê helbest)

Roja zimanê kurdî pîroz be 15 ê Gulanê

Ma gelo mirov kare jiyaneke bê ziman bîne ber çavên xwe, şaristaniya ku îro cîhan têde dijî wê li kîjan astê ba,ez bawerim wê tu şaristanî ne hatibana avakirin , her û her wê jiyan destpêkî ba, dîmek ziman rola wê sereke…

Xelîl kalo

Bi helkefta roja pîrozkirina zimanê meyî bedew û qeşeng ,31 ramûsan ji 31 tîpên zimanê mere, bi xwedê şêrîne û ji hingiv şêrîntir û xweştire .yê bawerneke ew ji kurdewarîyê şiştîye û yê jê dûre be wê tam û zoqê nasnake . bê wî zimanî emê çawa hizira xwe bikin ,emê çawa…