May 15, 2011

Ezîz Xemcivîn

Helwesteke gul bû!
Helwesteke gulle bû!
Doh tu pîj bû yî
Îro tu mij bû yî!

Xêr e ezbenî,
Çend rûyên te hene?
Ma tu kelemperî,
bayê berjewendiyê,
te bi kû ve dibî?
Ji înê heta bi înê,
geh spîkî û geh zerdikî…
Ma tu hêka dîkil î,
li ser benê birînê rawestiyayî?

14.05.2011

Amedekirin û danhev:
Abdussemed Mehmûd ( Bavê helbest)

Roja zimanê kurdî pîroz be 15 ê Gulanê

Ma gelo mirov kare jiyaneke bê ziman bîne ber çavên xwe, şaristaniya ku îro cîhan têde dijî wê li kîjan astê ba,ez bawerim wê tu şaristanî ne hatibana avakirin , her û her wê jiyan destpêkî ba, dîmek ziman rola wê sereke…

Xelîl kalo

Bi helkefta roja pîrozkirina zimanê meyî bedew û qeşeng ,31 ramûsan ji 31 tîpên zimanê mere, bi xwedê şêrîne û ji hingiv şêrîntir û xweştire .yê bawerneke ew ji kurdewarîyê şiştîye û yê jê dûre be wê tam û zoqê nasnake . bê wî zimanî emê çawa hizira xwe bikin ,emê çawa…