April 2011

Diyar Ehmed

Eve nêzîkî mihekî ye pêla nerazîbûn û xwepêşandanan li sûriyê destpêkiriye, û roj bi roj bergeh û bazinê van xwepêşandanan mizin û berferehtir dibê,ta ku sînorê wê tevahiya bajar û bajarokên sûriyê vegirê.tişta herî balkêş û cihê tiris û pirsê bi hev re di wan rojên borî de,ew bû ku ta dema îro…

Qado Şêrîn

Hefteya sisiyan e ku xwepêşandan û çalakiyên azadiyê li Sûriyê berdewam in. Serhildana ku ji Deraa dest pêkir û li gelek bajar û bajarokan belav bû, taku giha bajarên kurdan Qamişlo û Amûdê, hestiyê rêjîmê dikeritîne. Bi dehan çalakvan bi destê hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Sûriyê wek welat bi her tiştî taybet e, tiştekî…

Hişyarê Emerê lalê

Ji ber ku em dinava metirsîkîdene û di hundurê ne aramîkîde dijîn pêwîste em jî li gor demêbin û bercewenda miletê me li kûbê em fedî nekin ji ber ku cîhan li ser bercewenda avaye û bercewenda miletê me gerek li ser her bercewendîre bê ci partîtî û ci kesayetî bê da…

Konê Reş

Şeva 15/16.03.2011 an di TRT6 de, min bi tev hestê xwe li hevpeyvîna bi hunermendê şoreşger Şivan Perwer re guhdarî kir.. Pêre pêre hin dîtin û bîranên min bi pêre, hatin bîra min û min xwest çend gotinan di derbarî wî de bibêjim.
Di sala 1975 an de, piştî likumandina şoreşa Barzaniyê…

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

1.
Vê sibehê,
min pencereyên xemgîn ên dilê xwe
Li ber pêlên gulava te vekirin,
Min alên xwe yên rengîn radestî kurtepista silava te kirin,
Min dînbûn û dilbijîna xwe pêşkêşî çurisîna xunava lêvên te kirin,
Min Mem û Zînê, Ferhad û Şêrînê, ji behişta eşqê derkirin,
Û min hemî xewnên xwe di rûbarên gerdena te de werkirin.

2.
Vê sibehê…

Nivîskarê Kurd ê Sûriyeyê Hoşeng Osê ku beriya demekê ji ber zext û zora rejîmê neçar ma derkeve derveyî welat rewşa dawî ya li Sûriyeyê nirxand. Osê da zanîn ku şirîk û dostê herî mezin ê Lîderê Sûriyeyê Beşar Esad ê niha Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan e û wiha pê de çû: “Pêşniyara Esad a…

Konê Reş

Wek ku em tev helbestvaniya seydayê Cegerxwîn dizanin; wî di ser heyşt dîwanan re nivîsandiye, her heyşt dîwanên wî di nav gel de hatine belavkirin. Di çerxê bîstan de, ew dîdevanê heyamê xwe bû. Wî, li gor imkanên xwe, gelek bûyer, rûdaw û serhildanên Kurdistanî di hunraw û helbestên xwe de şopandine, anîne…